HTŞ gundên Kobanê talan dike

Nûçe

Dîmenên talana komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya malên gundiyên Kobanê hate weşandin.

Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li gundên Kobanê mal û milkên şêniyên gundên Kobanê talan û wêran kirin. Hin dîmen û wêneyên texrîbatê ji şêniyên gundê Bîr Nasir hatin bidestxistin. Ev dîmen sûcên ku beriya kom ji wan gundan vekişin, belge dikin.

Di dîmenan de diyar dibe ku koman bîrên avê yên vexwarinê xitimandine, kabloyên ceyranê û dînamoyên derxistina avê jî dizîne, kabloyên ceyrane yên malan birîne û çewligên gund talan û wêran kirine.

Li gorî şahidan, talanekî mezin di malan de kirine, derî û pencere dizîne, mala şervanên Kurd ên jiyana xwe ji dest dane jî teqandine.

Ev pêkanîn beriya ku kom li gorî peymana 29’ê Çileyê ji 74 gundên li başûr û rojhilatê Kobanê vekişin, hatine kirin.     

 

/MA/

Van jî bibîne

 

Îraq: Em li hemberî êrişên li ser baregehên asmanî bê deng namînin
Herêma Kurdistanê di bin barana mûşek û dronan de: 5 kuştî û 23 birîndar

Nûçeyên Sereke