Hogir Berbir: Li Kela Comaniyê Şerê Îskanê Gulîxanê û Qol Qasim

Nîvîskar

🔴Di wêjeya devkî ya Kurdî de, gelek destan hene ku bi qasî “Li Kela Comaniyê” bi tundî û eşkere nakokiya di navbera evîna pak û zagonên paşverûtiyê yên hişk nîşan didin. Ev destan ne tenê çîroka evîna du evîndaran e; ew metaforeke kûr a civakeke ku bi navê mêraniyê û namûsê li ser canê ciwanan ferz dike, lê di heman demê de wan di nav xwînê de digevizîne û rêya tolhilanînê vedike.

Destan bi qalibê çîrokî dest pê dike; du bira, Mamed û Ahmed ku axayên eşîrên Hesenan û Heyderan in, soz didin hev. Heger zarokên wan wek kur û keç bên dinê, ew ê wan bi hev re bizewicînin. Ev soz dibe bingeha zewaca dodmam û pismamê ku qedera wan li vir tê danîn û bibe sedema trajediyeke mezin ku bide jiyandin. Ji ber ku ev soz ne tenê peymaneke malbatî ye; ew wek xelekek e sincî ya civakî ye ku kesayet û daxwazên takekesî di bin wê de asê dihêle.

Elî, lawê Mamedê sêwî û xizan e. Seyrê jî keça Ahmedê bedew û xwedî mal e. Di nav vê xelekê de dikevin nav nakokiyeke ku ji bin kontrola wan derdikeve. Elî, bi kesayetiya xwe ya bi “tîşên batlê batlê”, “neynûkên wek dasan”, “por û rî di nav hev de û kevjala serî xwe bera piştê daye”, “çaroxên wî qetiyayî” û yekî xwedî “hivdeh qûrişan” e ku hew “du quriş û nîv” di bêrîkê de heye û “binê bêrîkê qûl” e. Bi van angaşt û gotinan, ew ne tenê sembola xizaniyê ye, lê di heman demê de sembola mirovekî pak, dilnizm û evîndar e. Di nav civakeke quretî û desthilatdar ku bi pîvanên mêraniyê digire destê xwe, mirov wiha tê pênasekirin.

Seyrê jî, bi bedewiya xwe ya ku “bejna wê wek kehrebê” û “sî û sê qebrê Mamedê” Dêmanê sor e, wek pîvaza mişarekê û dara dirîyekê tê binavkirin. Ew ne tenê dodmameke evîndar e, her wiha dibe kilê çavê pismam. Revîna wan ber bi Kela Comaniyê ve ye, di bin serweriya Îskanê Gulîxanê Êzidî de ku qesreke bi sembola mêvanperweriyê dertê pêş, lê di heman demê de deriyê jinrevandinan û mêrkujan e. Û xwe davêjin bextê deriye vê kelê.

Îskanê Gulîxanê, axayê Kela Comaniyê, di vê destanê de karakterê herî pîk û pak e. Lê di rastiyê de pîskopatekî dera hane ye; bi dîtina ciwaniya Elî û Seyrê re nebaşiya hûndirê xwe vedirêşe. Ew ne tenê dibe zalimekî ji zaliman; dibe mirovekî ku di navbera şehweta pevşabûn û quretîyê de bigevize. Çav û hiş ji serî diçe. Hew yekcarî dixwaze Seyrê bi helalî bike ya xwe û dest bi dek û dolaban dike.

Elî jî ji mezhebê şafîtiyê derbasî henîfiyê dibe, ji henîfitiyê derbasî helbelîyê dibe, ku mezheba pêncemîn jî dikin “îmamê çaroxî” û dixwazin pê îte’et bikin. Bi vî awayî, bi hovîtî Elî dikuje û paşê bi xencera xwe ya xerzanî serê wî jê dike. Vê kirinê jî Îskanê Gulîxanê wek “mêraniyê”yekê dide pêş.

Beşa herî bi bandor a destanê bê guman qonaxa li Çiyayê Mazî ye. Seyrê, piştî kuştina Elî, direve û xwe davêje bextê Çiyayê Mazî. Di nav daristaneke tijî heywanên kovî de dimîne. Bang dike û dibêje “Elî û Elî!..” Stranên wê yên tijî êş ne tenê qîrîna evîna xwe tînin ziman, lê dibe dengê hemû jinên ku di nav zagonên namûs û tolhilanînê de hatine asêkirin û wendakirin. Çiyayê Mazî bi guran, keftaran, pilingan û wawîkan re, dibe metafora dinyaya gewrîk a derewîn ku mirov tenê tê de bimîne. Ta ku li feqeyekî rast tê, mektûbekê dide nivîsandin û ji birayê xwe Qol Qasim re dişîne.

Dawiya destanê jî, Qol Qasim, birayê Seyrê yê xwedî hêz û bi barût, dikeve pey tolhilanînê. Serê Îskanê Gulîxanê jê dike û paşê ji Seyrê re dibe. Lê ev tolhilanîn jî azadiya evînê nade Seyrê. Bi ruhekî şikestî, bi bîranîna evîndarê xwe Elî û bi xwîna ku destên wê lê ketiye, vedigere welatê Hesenan û Heyderan.

Destana “Li Kela Comaniyê” ne tenê trajediyeke evînî ye; ew rexneyeke kûr a li ser civakeke ku evînê di bin fermana namûs û malbatê de diqewisîne. Tol wek pêkhatina dadê dibîne, lê bi vî awayî tenê xelekeke nû ya xwînî diafirîne. Jin di navbera du desthilatdariyan -ya malbat û mêrê xerab- de bêçare dihêle û tê de digevize.

Ev destan, bi zimanekî helbestî û pir dewlemend, bi awayekî zelal û bi wêneyên dîtbar ên xwînî-xencera ku seriyan jê dike û di nav gola xwînê de dihêle, dibe yek ji nimûneyên herî xurt ên wêjeya devkî ya Kurdî û trajîk. Ew nîşan dide ku di navbera sozdayinê û zagonên xwînî de, evîndarên pak her tim winda dikin û windahiya wan dibin straneke dirêj ku hîn jî li ser zimanan digere, da ku dengbêj vebibêjin.

Ev destana klasîk a Kurdan ku ji devê dengbêjê mezin Fadilê Kufragî hatiye vegotin, bi gelemperî wek straneke dirêj a dengbêjî hatiye tomarkirin. Bi hêmanên trajîk, dilê guhdar û xwîneran bi xwe re dihejîne. Bi vê şêwazê, ev destan di nav wêjeya devkî ya Kurdan de cihê xwe yê taybet digire û hîn jî wek ronahiyeke rexneyî ya kûr di nav civakê de rê nîşan dide.

Çavkanî: Ji Dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2007

Nîşe: Di nava gencîneya dengbêjiya kurdî de, navê Qol Qasim xwedî cihekî taybet e. Her çend dengbêj Fadilê Kufragî di versiyona xwe de wekî “Qor Qasim” bi lêv bike jî, piraniya dengbêj û nivîskaran li ser navê “Qol Qasim” li hev kirine. Ev nav, ne tenê wekî lehengê klamekê, lê wekî parçeyekî giring ê bîra me ya kolektîf tê naskirin.

Hogir Berbir

 

 

Van jî bibîne

 

Birîna Seferberiyê û Trajediya Gundê Husênikê: Ji Çanakkaleyê Ber bi Sêdarê
Li Kerkûkê êrişî ser baregeha Haşdî Şabî hat kirin: Mirî û birîndar hene

Nûçeyên Sereke