Hişyariya Barana Zêde û Lêhiyê ji bo 17 Parêzgehan

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê (MGM) ragihand ku li 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 8 parêzgehên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û ji ber vê yekê metirsiya lêhiyê heye.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê, di Roja Cejna Remezanê de li parêzgehên Amed, Bitlîs, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Êlih û Şirnexê; her wiha li Balikesîr, Bursa, Çanakkale, Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Yalova û Duzceyê baraneke bi hêz tê payîn.

Saziya Keşnasiyê hişyarî da welatiyan ku li hemberî egera lehiyê û girtina rêyan, tedbîrên pêwîst wergirin.

Pileya Germê Dadikeve

Tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 2 heta 4 pileyan dakeve û barîna baranê berdewam bike.

Van jî bibîne

 

Li Elkê Hezzaz: Rêya Bajarokek û 10 Gundan Hat Girtin
Guterres: Tenê Amerîka dikare şerê Îran û Îsraîlê rawestîne

Nûçeyên Sereke