Hikmet Serbilind: Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be…

Nîvîskar

Yekitiya Milletan (YN) di 16’ê Kanûna Duyê 1977’an de; 8’ê Adarê wek Roja Jinên Cîhanê qebûl kir û ji wê demê ve her sal 8’ê Adarê wek Roja Jinên Cîhanê tê pîrozkirin. Ez dixwazim mafên jinê ji aliyê mirovî û îslamî ve binirxînim. Mafên jinê û azadiya jinê yek ji mijarên herî pir tê nîqaşkirin e. Jin ji afirandina mirovahiyê heta îro bingeha civakê pêk tîne û her tim girîngiyeke mezin digire.

Ji dîrokê heta îro azadiya jinê û mafên jinê ji aliyê gelek aliyan ve hatiye îstîsmar kirin û hîn jî tê îstîsmar kirin. Hem bi navê olê, hem bi navê siyasetê, hem bi navê kapîtalîzmê û hem jî ji aliyê çalakvanan ve tê îstîsmar kirin. Bi rastî jî jiyan bê jin ne mimkûn e. Di ayetekê de Xwedê (c.c.) wiha ferman dike: “Ey mirovan! Xwedayê we yê ku we ji nefsekê (canekê/cewher) afirandiye, jina wî jî ji wêkî afirandiye; ji herduyan gelek mêr û jin belav kiriye, ji Xwedayê xwe yê ku hûn ji wî ditirsin re xwedî derkevin! Ji Xwedê û ji xizmên xwe re xwedî derkevin! Bê guman Xwedê li ser we nobedar e.” (Nisa 1) Li gorî têgihîştina îslamê, bi afirandina Adem û Hewa re bingeha mirovahiyê hatiye danîn.

Di afirandinê de jin û mêr wekî du hevtayên wekhev hatine afirandin; her çiqas di fıtrata xwe de cuda bin jî, di encamê de wekî du mirovên wekhev hatine afirandin. Xwedê bi afirandina Adem û Hewa re malbatê ku bingeha civakê pêk tîne, bi awayekî edil ava dike. Wekheviya jin û mêr bi afirandina Adem û Hewa re bi edaletê hatiye garantîkirin. Di ayeteke din a Qur’anê de jî wiha tê gotin: Mêrên bawermend û jinên bawermend dostê hevûdune. (Tevbe 71) Ji vê ayetê em fêm dikin ku Xwedê dixwaze mêr û jinên bawermend bêyî cudahiya zayend, mahrem û namahrem ji hevûdure dost bin. Di qada jiyanê de hebûna jin û mêr bi hev re, alîkariya hevûdu û xizmeta bi hev re tenê wisa mimkûn dibe ku nîvê mirovahiyê pêk tîne jin neyê derxistin û têkiliya wê bi nîvê din ê mirovahiyê (mêran) re neyê qutkirin.

Di berdewamiya heman ayetê de tê gotin ku tenê ew kesên ku vê dostiyê û piştgiriyê pêk tînin, dilovaniya Xwedê bi dest dixin. Ger îro ji civakên ku îdîa dikin misilman in dilovaniyê hatibe birîn, bi fikra min yek ji gelek sedeman ev e ku pêdiviyên vê ayetê nehatine cih anîn. Ji berê heta îro bi têgihîştina ataerkîl mêrên ku ji aliyê fizîkî ve bi hêz bûne, jin ji bo têrkirina egoya xwe bi zilmê bikar anîne û îstîsmar kirine. Ev têgihiştin heta îro berdewam dike. Her miletek bi awayên cuda jinê wekî obje û meta bikar tîne. Di sedsala bîst û yekem de jî miletekên ku îdîa dikin wekheviya jin-mêr diparêzin, jinê wekî obje dibînin. Zihniyeta kapîtalîst dema ku tiştên xwe difiroşe jinê bikar tîne.

Di hin welatan de mafên jinê bi awayekî qismî hebin jî, di pergala kapîtalîst de hîn jî koletiya nûjen ji bo jinê berdewam dike. Di Erebistana ku îslam tê de hatiye, cehalet û zilm li asta herî bilind bû; mirov wekî kole dihatin firotin, bi taybetî jin di bazarên koleyan de dihatin firotin, keçên biçûk zindî di axê de dihatin veşartin, hêzdar û dewlemend feqîr diçewisandin. Îslamê li dijî batilê heq, li dijî şirîkê tewhîd, li dijî dewlemend feqîr, li dijî zalimê mazlûm, li dijî keçên hatine kuştin, li dijî jinên bindest û di bazarên koleyan de hatine firotin parastiye û di 23 salan de têkoşîneke mezin daye. Heta îslamê di wê demê de mafê hilbijartinê ji bo jinê jî anîye.

Di Mekkeyê de wekî mêrên misilman ên Medîneyê, jinên misilman jî ji Pêxember re bey’at kirine. Bi heman awayî piştî fethê Mekkeyê, mêr bi rêzê ji Pêxember re bey’at kirine, jin jî bi rêzê bey’at kirine. Di wê demê de gel bi dest dayînê beşdarî hilbijartinê dibûn. Sahabe û sahabeyên ku ji Pêxember re bey’at kirine, Pêxember wekî rêber û serok hilbijartibûn. Mixabin piştî serdema Sahabe (Asrê Saadet), mafên ku îslamê ji bo jinê anîbûn, bi taybetî ji Muawiye b. Ebî Süfyan ve dest pê kir, têgihîştina erebên bedewî yên li ser jinê careke din hate berdewamkirin.

Alimên ku di bin bandora saltanat û malbatên padîşahan de dixebitîn, li gorî daxwazên sultan û padîşahan fetwa didan û pêşengiya vê neheqiyê li ser jinê dikirin. Emevî, Abbasî vê têgihîştinê berdewam kirin; di dema malbata Osmanî de jî welatên gelên din bi zorê hatin dagirkirin û keç û jinên wan bi sedan wekî cariye di sarayên xwe de dihatin bikaranîn. Heta îro jî padîşah, çeteyên bi navê olê derketine û bazirganên olê, hezaran jin û keçên masûm bi hestên paqij ên wan qirêj dikin. Têgihîştina erebên bedewî û malbatên padîşahan wekî têgihîştina îslamê tê pêşandan.

Êdî divê mafên ku jin di afirandinê de xwedî ne, bi awayên edil û demokratîk werin daxwazkirin, were piştgirîkirin û wekheviya jin-mêr ji mijareke nîqaşkirinê derkeve. Ji bo ku jin di jiyana civakî de bibe hêmaneke ku nayê jê derxistin û qadên azadiya jinê di civakê de fireh bibin, tenê bi têgihîştineke perwerdehiyê ya hişmendiyê bilind dike ev pirsgirêk tê çareserkirin. Ji aliyekê ve jin divê xwedî li mafên xwe derkevin, ji aliyê din ve mêr jî nêrînên xwe yên neyînî biguherînin û di her warê jiyanê de piştgiriyê bidin wan.

Li hemberî şîdet, îstîsmar, cudakarî û hemû binpêkirinên mafan li ser jinê li cîhanê û bi taybetî li cîhana îslamê divê hemû mirov û misilman bi tevahî rawestin û têkoşînê bidin ev ferzek e. Jin dayîk e, perwerdekarê yekem e, dilovanî ye û bingeha malbatê ye. Jin her tim ronahiya çavan e, damara jiyanê ye. Ji bo ku malbat û miletek di her warî de di rewşa herî baş û bi hêz de be, tenê bi peydakirina perwerdehiyeke wekhev û baş ji bo hemûyan bêyî cudahiya jin-mêr mimkûn e. Ger jinên ku nîvê civakê pêk tînin nebûna, tiştek li cîhanê girîngiya xwe winda dikir. Ez Roja Jinên Cîhanê ji bo jinên ku herî bi qîmet in pîroz dikim.

*

(PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan Serokê Giştî)

Van jî bibîne

 

Diyariya 8’ê Adarê: Amedspor 1-0 Serik Belediyespor
Amedekariyên jinan bo 8ê Adarê: Qeyrana aborî bandor li me kir

Nûçeyên Sereke