🔴 HEWLÊR – Êvara îro li navenda bajarê Hewlêrê hewildaneke êrîşê ya bi drone (ÎHA) pêk hat, lê beriya bigihîje armanca xwe ji aliyê pergalên parastinê ve hat astengkirin. Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ragihand ku êrîş bêyî ku bibe sedema tu ziyanekê hatiye pûçkirin.
Êrîş li Herêmeke Niştecihbûnê Hat Astengkirin
Li gorî agahiyan, drona ku herêmên niştecihbûnê yên li ser Rêya 100 Metrî (yek ji cihên herî qelebalix ên bajêr) kiribû armanc, hat tespîtkirin. Parêzgar Umîd Xoşnaw di daxuyaniya xle ya ji bo Rûdawê de diyar kir ku pergalên ewlehiyê zû bi êrîşê hesiyane.
Xoşnaw wiha got:
“Li dijî Hewlêrê êrîşeke bi drone hat kirin lê bi serkeftî hat pûçkirin. Ew drone li nêzikî Hotêla Rotana Arjaan û projeya niştecihbûnê ya Sky Towers hat xistin û ket xwarê.”
Lêkolîn Berdewam In
Piştî bûyerê, hejmareke zêde hêzên ewlehiyê û tîmên lêkolînê sawqî herêmê hatin kirin. Her çend li derdora Sky Towersê panîkek kurt çêbûbe jî, li gorî tespîtên destpêkê tu ziyanên canî yan jî malî yên giran çênebûne.
Hêzên ewlehiyê derbarê menşeya ku hatiye xistin û nasnameya êrîşkeran de dest bi lêpirsîneke berfireh kirine.
/Çavkanî: Rd/








