🔴Hinek evîn hene ku dem nikare wan jê bibe; mirin jî nikare wan bide jibîrkirin. Ew di zimanê mirovan de, di stranan de û di şînan de jiyana xwe didomînin. Sal derbas bibin jî, êşa wê evînê di dilan de parçe dibe; gotin têrê nakin ku wê bînin ser zimên. Yek ji wan evînên ku di bîra gelê kurd de şopeke kûr hîştiye, çîroka Seyyadê Şamê û Zulfinazê ye.
Sal nêzîkî 1922yan e… Li axa qedîm a ku îro wekî Bazîd tê naskirin, zarokek tê dinyayê: Navê wî Seyyadê Şamê ye. Seyyad mezin dibe; ne tenê bi bejn û bala xwe, lê bi dengê xwe jî bala her kesî dikişîne. Ciwanekî rûnazik, biterbiye, egîd û giranbiha ye. Her kesê ku wî nas dike jê hez dike; ew duaya kal û pîran û dostaniya ciwanan qezenc dike. Ji bo xelkê wê herêmê, ew ne tenê ciwanek e; mîna rûmeta axa xwe û ronahiya çavê wan e.
Di demên herî xweş ên ciwaniya xwe de, riya wî û keçikeke ku bedewiya wê bibû destan, dibe yek: Zulfinaz. Di nêrîna Zulfinazê de biharek, di kenê wê de hêviyek heye. Her du ciwan dil didin hevdu. Li gorî urf û adetên wê demê, malbat jî vê evînê qebûl dikin û nîşana wan tê birîn. Êdî her kes li benda daweta wan e.
Lê belê, qeder carinan tariyekê dixe pêşiya mirov ku bes e jiyanekê biguherîne.
Di wan salan de ji bo debara jiyanê, bazirganî ji bo gelek ciwanan neçarî bû. Seyyad jî bi vê armancê sînor derbas dike û diçe aliyê Îranê. Lê li wir bi rengekî nexwestî tê girtin û tê zindankirin. Cîhan di nav tariya Şerê Cîhanê yê Duyem de ye. Di nav tevliheviya şer de, mirov pir caran bêyî gunehekî tên girtin û bê pirsiyar bi salan tên hêsirkirin.
Seyyadê Şamê jî yek ji wan kesên bêşans e. Li girtîgehên Îranê salên wî derbas dibin. Li derve gundek, nîşaniyek û jiyaneke ku li benda wî ye heye. Piştî salên dirêj û giran, derfetekê dibîne û ji girtîgehê direve. Lê gihîştina azadiyê ne hêsan e. Di nava zivistanê de, divê çiyayên bi berf girtî û sînoran derbas bike.
26-27 rojan di çiyan de, di riyên bi berf de, birçî û westiyayî dimeşe. Tenê hêviya wî gihîştina axa wî ye. Di dawiyê de sînor derbas dike, lê qederê hîn hesabê xwe bi wî re neqedandiye.
Gava sînor derbas dike, vê carê ji aliyê leşkerên Sovyetê ve tê girtin. Wê demê Yekîtiya Sovyetê jî di nav şer de ye. Bêyî ku lêpirsînek bê kirin, Seyyadê ciwan tê sirgûnkirin. Cihê ku ew lê tê sirgûnkirin, yek ji herêmên herî dijwar ên cîhanê ye: Sîbîrya.
Li wir tam 11 salan di sirgûnê de dimîne. Berf, qeşa, tenêbûn û hesret… Salên herî xweş ên ciwaniya mirov bi bêdengî dihelin. Piştî mirina Joseph Stalin, bi efûyeke giştî Seyyad azad dibe. Lê dîsa jî destûr nayê dayîn ku vegere welatê xwe. Ji ber vê yekê, pêşî li Tîflîsê bi cih dibe û piştî demekê riya wî dikeve Rewanê.
Tam li vir qeder dengê wî dîsa bi gelê wî re dighîne hev. Kûrahî û xemgîniya di dengê Seyyad de di demeke kurt de balê dikişîne. Gava ew kilam û stranên kurdî dibêje, mirov di nav bêdengiyeke kûr de dimînin. Bihistina vê dengê xurt pir nakişîne û ew ji bo Radyoya Rewanê tê vexwendin.
Ji wê rojê pê ve, dengê Seyyadê Şamê ji radyoyê bilind dibe. Her şev, her roj… Stranên kurdî, kilamên kevin û lorîkên bi hesret… Di wan salan de weşana radyoyê bi qîjeqîj e û frekans ne zelal in, lê dîsa jî li her çar parçeyên Kurdistanê mirov guh didin wê radyoyê. Ji ber ku ew deng, ziman û dilê wan e.
Rojekê li Bazîdê, yek ji eqrebayên Seyyad gava guh dide radyoyê, ji nişka ve şoq dibe; ev deng ji bo wî ne xerîb e. Dengê ku dibihîze nas dike. Ev, dengê Seyyad e ku beriya bi salan winda bibû. Di cih de xeberê dide gund. Malbat, eqreba û cîran… her kes şahiyeke mezin dijî. Mirovan digot qey ew miriye, lê êdî dizanin ku ew sax e. Ji wê rojê pê ve, her roj li ber radyoyê rûdinên û li benda dengê Seyyad dimînin.
Sal bi vî rengî derbas dibin û di dawiyê de ji aliyê rêveberiya Sovyetê ve efûyeke nû tê derxistin. Bi saya vê efûyê, Seyyad dikare vegere welatê xwe. Wekî ciwanekî ji gundê xwe qut bibû, lê vê carê wekî zilamekî ku westandina salan li ser milê wî ye vedegere.
Di navberê de nêzîkî çil sal derbas bûye.
Gava dighîje gund, elayeke mezin pêşwaziya wî dike. Lê dem bêbext e. Dayik, bav û gelek eqrebayên wî êdî ne sax in. Dîsa jî xelkê gund wî bi dil û can hembêz dikin. Birazî û xwişkziyên ku wî nas nedikirin, eqrebayên ciwan û rûyên nû… Her kes li dora wî kom dibe.
Lê rojekê, tiştek bala Seyyad dikişîne. Jinikek… her roj ji dûr ve lê dinêre. Bi bêdengî lê dinêre lê tu tiştî nabêje. Seyyad jî ji ber hurmeta edetan nêzîkî wê nabe. Rojekê ji meraqê, ji kesekî li kêleka xwe dipirse:
— “Ev xwişka min kî ye? Her roj li min dinêre lê napeyive.”
Zilamê li kêleka wî nefeseke kûr dikişîne û dibêje:
— “Ma te ew nas nekir? Ew Zulfinaz e; ya ku beriya çil salî dergistiya te bû û heta îro li benda te ma.”
Ev gotin mîna xencerekê li dilê Seyyad dikeve. Hêsir ji çavên wî dirijin. Sal, sirgûn, girtîgeh… Hemû di carekê de di dilê wî de zindî dibin. Seyyad dixwaze bi wê re bipeyive, dixwaze pê re bizewice. Lê Zulfinaz êdî mirova qedereke din e. Ew benda-mayîna bêdeng a çil salan, ew veguherandiye bêdengiyeke kûr. Ne dipeyive, ne jî zewacê qebûl dike.
Li ser vê yekê, Seyyadê Şamê careke din ji gundê xwe vediqete. Bi hemû hesreta di hundirê xwe de, dîsa vedegere Rewanê. Lê vê carê tiştekî din bi wî re heye: êşa çil salan.
Ji wê êşê, yek ji stranên herî bi bandor ên muzîka kurdî tê dinyayê: “Esmer Eman”.
Seyyad vê stranê ji bo Zulfinazê diafirîne. Ji bo wê dibêje û bi dengê xwe, careke din ji Radyoya Rewanê dighîne tevahiya Kurdistanê. Lê salên sirgûnê, îşkence, hesret û westandin bedena wî qedandine. Rojekê, Seyyadê Şamê ji vê dinyayê bar dike.
Li dû xwe ne tenê jiyanek, lê belê evînek, êşek û stranek dihêle. Îro hîn jî di zimanê gelê kurd de “Esmer eman, tu kulîlka devê çeman” tenê stranek nîn e. Ew bîranîna bendemayîneke çil salî, evîneke nîvco mayî û jiyaneke bi sirgûnan parçe parçe bûyî ye.
ESMER EMAN
Esmer eman eman
Esmer eman delalê yeman
Tu kulîlka dora çeman
Xelk zewicîn, ez û tu man
Esmer eman eman
Esmer mın dî sêlê tîne
Ba li biskê şê dixîne
Îmanê ji kal û pîran distîne
Esmer eman eman
Esmer eman delalê mindê
Vê bajarê tu tenê rindî
Tu bedewa kurdên gundî
Tu nazika kurdên gundî
Esmer eman eman
Esmer eman delalê yeman
Tu kulîlka dora çeman
Xelk zewicîn, ez û tu man
/Veysî Varli/








