Her Nexşek Nameyek e: Dayik Çanda Xwe Vedibêjin

JinNûçe

🔴WAN (Nûpel) – Dayikan di dîwaneke bi rengê Kurdewarî de teşiyên xwe ristan û gotin: “Me di nava kar û barên gundan ên bi zor û zehmet de, keda destan jî dimeşand. Me her nexşek bi hêza xwe û bi îlhamgirtina ji xwezayê afirandiye. Her nexşekî navek û çîrokeke wî ya taybet heye.”

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, li Galeriya Hunerê bernameyeke bi navê ‘Her Nexşek Çîrokek e’ li dar xist. Bername di atmosfereke k daxistî de birêve çû; dîwan bi patîk, gorên rîsî, parzûn, xurçik, destar û landikan hatibû xemilandin. Dayikan bi rêz behsa jiyana xwe ya li gundan kir ku ew jiyan bi ked û nexşên destên jinan hatibû avakirin. Wan behsa nexşên li ser berikan, mehfûran, gorên rîsî, doxîn û parzûnan kir. Piştî axaftinan, dayikan bi hev re stran gotin û klamên kevin dubare kirin.

Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Tahîr Şapkaci, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Kurt, Parlamenterê Wanê Mahmud Dîndar û nûnerên saziyên civakî ligel welatiyan beşdarî bernameyê bûn.

‘Bila nifşên nû li mîrateya dayikan xwedî derkevin’

Faysal Yacal di axaftina xwe de bi bîr xist ku her çiqas hewldanên ji bo tunekirina çanda Kurdî hatibin kirin jî, ew bi ser neketine. Yacal got: “Dayikên me çanda Kurdî bi kedeke mezin gihandine roja îro. Wan di her nexşekê de êş û jiyana xwe raçandiye; lewma her nexşek çîrokeke dayikan e. Em hêvî dikin ku nifşên nû li vê mîrateyê xwedî derkevin. Em minnetdarên dayikan in ku nehiştine deng û rengê Kurdî bimirin.”

‘Êdî bi Kurdî naaxivin’

Dayik Henifa Koçak gazind ji rewşa heyî kirin û wiha axivî: “Êdî dayikên me cilên Kurdî li xwe nakin, biskên xwe bi awayê Kurdewarî çênakin û bi zimanê Kurdî naaxivin. Ev kêmasiyeke mezin e û divê dayikên me dest ji vî tiştî bernedin.”

‘Hemû pêdiviyên me bi destan dihatin çêkirin’

Dayik Kewê Işik bi bîr xist ku berê her tişt bi keda destan dihat çêkirin: “Me berê hemû pêwîstiyên xwe yên wekî gore, doxîn û patîkan bi destan çêdikirin, lê îro her tişt bûye karê makîneyan. Jinan kedeke mezin dida; wan bi mêran re pêşbirk dikir da ku karê xwe baştir û zûtir biqedînin. Ji ber karê zêde, carna me tenê saetekê radiza. Navên nexşên me hebûn; mîna Gulsarya, Tiyarî û Hemze Begî. Her wiha, zilamên ku ji hespên xwe hez dikirin, ew bi kulîfkên ku me bi destan çêdikirin dixemilandin. Me boyaxên van rîsan jî ji giya û fêkiyên xwezayê bi dest dixistin.”

Dayik Besna Akdogan jî anî ziman ku dema li gundan bûn, tevî xwedîkirina zarokan û karê malê, wan teşî diristin û diçûn bêriyê. Wê her wiha destnîşan kir ku di wê demê de zilm û zextên mêran jî li ser jinan hebûn.

‘Me çanda xwe li gundan hişt’

Dayik Hediye Koçak da zanîn ku di dema wan de diviyabû bûk hemû karên malê û gundî bizanibûya: “Heke bûkê kar nezanibûya, ev wekî kêmasiyeke mezin dihat dîtin. Lê heke xwesiyê jê hez bikira, nîşanî wê dida. Piştî ku em hatin bajaran, me ev çanda xwe li dû xwe hişt. Îro ez bi zorê teşiyê dirêsim. Heke me dev jê bernedaba, dê keçên me jî îro hînî vî karî bibûna.”

‘Jiyana berê zehmet bû’

Dayik Perîşan Aslan bi bîr xist ku jiyana berê pir dijwar bû: “Em sê roj û sê şevan behsa jiyana berê bikin jî kêm e. Di payîzê de me savar û pêdiviyên zivistanê amade dikirin. Dema me destar dihêra, me stranên li ser destarî digotin. Tevî hemû zehmetiyan, heke me karê xwe xelet bikira, xwesiyên me ji me aciz dibûn.”

Bername piştî dayîna diyariyan, bi çepik û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Kalîbaf Şertên Îranê Yên Ji Bo Muzakereyê Ragihandin: Agirbesta Libnanê û Malên Blokekirî
Hunermend Elî Mensûr Koça Dawî Kir

Nûçeyên Sereke