Her Kevirek Sed Wate: Fesîh Gundogar Dîroka Beriya 100 salan a Sûran Zindî Dike

🔴AMED (Nûpel) – Peykersaz Fesîh Gundogar ê ji gundê Cinêzûra navçeya Licê ya Amedê di nav 21 salan de bi baldarî navçeya dîrokî ya Sûrê di pîvanek mînyaturî de ji nû ve ava kiriye dibêje ‘’Min şêweyê beriya 100 salan a Sûran çêkiriye û avahiyên rûxane jî min zindî kiriye.’’

Fesîh Gundogar ku dibistana seretayî tenê qedandiye, bi berhemên xwe bûye yek ji peykersazên naskirî yê Amedê. Wî 1984an dest bi peykersaziyê kir ango 42 salin bê navber di vî warî de ked dide.

‘Min destpêkê mizgefra gund çêkiribû’

Gundogar dibêje: ‘’Min destpêkê mizgefta gund çêkir û wisa dest pê kir. Piştî 1995an ji ber maketa ku min çêkiriye şaredarî ban min kir. Wî demî daxwaz kirin ku li gel wan bixebitim. Min dest bi çêkirina Sûra Amedê kir û di 21 sal û 21 demjimêran de qediya.’’

Gundogar xebateke berfireh li Sûrê da meşandin. Gav bi gav Sûrê, pîva û li gorî berê maketa xwe xemiland. Ji bo her bircê, bi qasî 6,600 keviran bikar tîne, diyar kir ku giraniya keviran di navbera 400 û 1.5 ton de diguhere.

Gundogar got min mîtro mîto pîva û berdewam kir: ‘’Min Sûrê 250 car biçûktir kir. Maket di şeklê 100 berê de hatine avakirin. Niha 39 mizgef û 8 dêr li Surê hene ku 2 jî hatibûn rûxandin û min maketa wan jî çêkir. Min bi giştî 4 hezar û 920 xanî çêkirine.’’

Gundogar maketeke meztir avakiriye. Maketên ku çêkiriye li ber ba û baranê dimînin lê cih nabîne ji bo ava bike. Ew dibêje eger cih dîtiba ku maketa nû çêbike dê xelk bikare di nava maketan de bigere.

Van jî bibîne

 

Pêşbirka Çîrokan a 2’emîn a Narîn Guran Dest Pê Dike: “Çîrokek Her Kesî Heye”
Nêçîrvan Barzanî: Çareseriya krîza Îranê ne leşkerî ye; Amerîkayê behsa ‘guhertina rejîmê’ nekiriye

Nûçeyên Sereke