Hogir Berbir: Helebçe; Jenosîda Sedsala 20an û Birîneke Kûr a Mirovatiyê

Nîvîskar

🔴Îro, 16ê Adara 2026an e. 38 sal di ser yek ji hovtirîn êrîşên li dijî mirovahiyê re derbas dibin: Komkujiya Helebçeyê. Di Adara 1988an de, rejîma Baasê ya di bin serokatiya Seddam Husên de, bajarê Helebçeyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir.

Ev ne tenê êrîşeke leşkerî, lê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê bû ku li hemberî gelê Kurd hat kirin.

Wê rojê artêşa Iraqê bajar bi gazên jehrîn ên wekî sarîn, tabûn, VX û gaza xerdelê hedef girt. Jin, zarok, kal û pîr… hemûyên bêparastin bûn armanc. Di demeke kurt de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi deh hezaran kes jî bi giranî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyan, nêzî 5,000 kes şehîd bûn û bi hezaran kesên din bi nexweşiyên giran û dirêjdem re rû bi rû man. Helebçe bû sembola binpêkirina mafên mirovan û qirkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd.

Helebçe di Çarçoveya Operasyona Enfalê de

Komkujiya Helebçeyê ne bûyereke ji rêzê bû; ew parçeyeke sereke ya Operasyona Enfalê bû ku di navbera salên 1986 û 1988an de hat meşandin. Di vê pêvajoya hovane de, gelê Kurd wekî “xayîn” hat binavkirin û bi polîtîkayên çewisandin û tunekirinê re rû bi rû ma.

Rejîmê Kurd wekî piştevanên Îranê pênase dikirin û bi vî hincetî qirkirineke leşkerî pêk anî. Helebçe bîrdariya vê siyaseta qirkirinê ye. Ev sûcê ku li Kurdistanê hat kirin, di heman demê de li dijî hemû nirxên mirovahiyê û zagonên navneteweyî bû.

Bêdengiya Civaka Navneteweyî û Nebûna Dadweriyê

Yek ji aliyên herî biêş ên vê trajediyê, bêdengiya civaka navneteweyî bû. Tevî ku hovîtî li ber çavan bû, Neteweyên Yekbûyî û gelek dewletên rojavayî bersiveke bibandor neda. Berjewendiyên siyasî û aborî, gelek caran rê li ber dadweriyê girt.

Her çend Peymana Çekên Kîmyewî ya sala 1993’an bikaranîna van çekan qedexe kiribe jî, dadweriya rastîn ji bo qurbaniyên Helebçeyê hîn nehatiye pêkanîn. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan, ji bo wijdanê tevahiya mirovahiyê birîneke vekirî ye.

Ji Bîranînê Ber bi Berpirsyariyê

Di 38emîn salvegera vê qirkirinê de, berpirsyariya me hemûyan e ku em Helebçeyê ji bîr nekin. Bîranîna Helebçeyê divê bibe bingehek ji bo rawestandina hilberîn û bikaranîna çekên kîmyewî li cîhanê.

Di van salên dawî de, yekîtî û berxwedana gelê Kurd li Rojava pêşî li karesatên nû girt. Lê belê li Rojhilatê Kurdistanê metirsî hîn bi dawî nebûye û siya qirkirinê li ser gelê me ye. Tevî ku yekîtiya gelê me rê li ber gelek êrîşan digire jî, siyaseta dewlet-neteweyan hîn jî barê giran ê vî metirsiyê ji ser milê Kurdan ranekiriye.

Ji ber vê yekê, divê em bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigerin. Ew yekîtiya ku li her çar parçeyên Kurdistanê şîn bûye, biparêzin û bi helwesteke yekrêzî ber bi azadiyê ve biçin. Tola Helebçeyê, tenê bi avakirina jiyaneke azad û bi serkeftina di qada navneteweyî de tê hilanîn.

Helebçeyê nîşan da ku çekên kîmyewî çiqas hov û nemirovî ne. Em îro Komkujiya Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi têkoşîna xwe, di qada navneteweyî de daxwaza dadweriyê didomînin.

 

Van jî bibîne

 

BP Vekişiya: Iraqê Li Kirkûkê Dest Danî Ser Zeviyên Petrolê
Xelatên 98emîn ên Oscarê hate dayîn

Nûçeyên Sereke