🔴Bavê Endama Konseya Rêveber a KCKê Fatma Adir, Haydar Sezer ê ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê xwe yê Dersîmê bi merasîmekê hat oxirkirin.
DERSÎM (Nûpel) – Haydar Sezer (90), bavê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Fatma Adir, ku di 20’ê Adarê de li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê ji ber nexweşiya xwe koça dawî kiribû, li axa xwe ya Dersîmê hat veşartin.
Beşdariya girseyî di merasîmê de
Cenazeyê Sezer anîn Dersîmê û li Cemxaneya Seterê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Dersîmê Ayten Kordu, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatî amade bûn.
‘Bi nasnameya xwe li ber xwe da’
Hevseroka Giştî ya DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar di merasîmê de axivî û bal kişand ser dîroka sirgûn û êşên li vê herêmê. Uçar wiha got:
“Her çend li Ewropayê jiya be jî, wî nasname û zimanê xwe her tim parast. Ji welatê xwe dûr bû lê welatê wî di dilê wî de bû. Ji bo zarokên wî çand û welatê xwe ji bîr nekin, bi zimanê dayikê bi wan re diaxivî. Îro em wî li ser axa wî oxir dikin.”
Xwarziyê wî Îmdat Sever jî diyar kir ku Haydar Sezer bi dilsoziya xwe ya ji bo çand û xwezayê, ji bo wan bûye mînakek û vîna wan xurt kiriye.
Li gundê xwe hat binaxkirin
Piştî merasîma li Cemxaneyê, cenazeyê Haydar Sezer birin gundê Seterê û li goristana gund di nav bîranîn û giramiyê de hat veşartin.
/Çavkanî: MA/










