Hawara Çandê: Asîmilasyona li Salonên Dawetan

🔴Dawet di civaka Kurd de ne tenê şahiyek in; ew qada herî mezin a parvekirina komunal, nîşaneya nasnameyê û zindîhiştina çanda hezar salan in. Lê belê, îro çanda me ya kevnar ku bi sedsalan dildar anîn cem hev û civak kir yek, di bin lepên modernîteyeke erzan û nezaniyeke kûr de ber bi mirinê ve diçe. Ew çanda ku berê li gundan, li ber deriyan û li ser banan bi rojan dihat lidarxistin, îro di nav çar dîwarên sar ên salonan de “hewarî” dike.

Talanbûna Govend û Muzîkê

Asîmilasyona herî mezin di navenda govend û muzîkê de pêk tê. Govendên me yên resen ên wekî şêxanî, giranî, delîlo, cîda, koçerî, bablekan, şêrizdîn, dondirxan, milanî, esmer, keşo, duling, sêling û hwd. cihê xwe dane lîstikên hîbrîd û biyanî yên ku tu têkiliya wan bi ruhê kurdewariyê re tune ye. Muzîkjenên ku berê bi dengbêjî û stranên resen dilê gel şa dikirin, îro li ser dikê bi şêweyekî bazirganî û bi zimanekî tevlîhev (Kurdî-Tirkî) hunerê dikujin. Cil û bergên bûk û zava jî êdî ne nîşaneya reseniyê ne; ew bûne qurbana modayeke global a bêruh ku nasnameya neteweyî ji holê radike.

Têkçûna Ehlaqê Civakî

Dawetên me yên berê dibistanên ehlaq û rêzgirtinê bûn. Mezin û biçûk di govendê de li gorî hiyerarşiyeke xwezayî û rêzeke kûr li cem hev radiwestiyan. Lê di salonên îroyîn de, ev ehlaqê civakî serobino bûye. Dawet êdî ne qada “hevbûnê” ne, bûne qada “nîşandanê” û xerckirina bêserûber. Ev rewş dibe sedem ku nifşê nû ji kokên xwe biqete û bibe parçeyekî civakeke asîmileyî.

Berpirsiyarî û Rêyên Çareseriyê

Ji bo ku em pêşî li vê karesata çandî bigirin, divê seferberiyeke çandî dest pê bike:

• Rola Sazî û Şaredariyan: Divê şaredarî û saziyên çandî “Kriterên Çandî” ji bo salonên dawetan diyar bikin. Dikarin bi xwediyên salonan re peymanan çêbikin da ku di salonan de muzîka resen, xwarinên herêmî û dekorasyona kurdewar bê teşvîkkirin.

• Hişyariya Hunermendan: Hunermendên salonan ne tenê stranbêj in, ew parêzvanên ziman û çandê ne. Divê saziyên hunerî wan perwerde bikin da ku li ser dikê bi kurdiyeke paqij bipeyivin û repertuarên xwe ji stranên resen pêk bînin.

• Hişyariya Civakî: Divê her malbatek bizanibe ku bi hilbijartina stranekê an jî cilarekê, ew yan çanda xwe zindî dikin yan jî derbekê lê dixin. Divê gelê me nebe parçeyekî vê asîmilasyona “bi dilê xwe”.

Hege em îro li salonên dawetan xwedî li “çanda xwe ya herî şên” dernekevin, em ê sibê bi civakeke bêruh û bêdîrok re rû bi rû bimînin. Parastina çandê, parastina hebûnê ye.

/Mordem Zel/

 

 

Van jî bibîne

 

Soryaz: Ji Zozanan Ber bi Sifreyan Ve Çîroka “Zêrê Spî” yê Kurdistanê
Şerê Enerjiyê: Îsraîl û Îranê binesaziya hevdu kirin armanc

Nûçeyên Sereke