🔴WÊRANŞAR (Nûpel) – Gora qehremanê destana Kurdî Dewrêşê Evdî ku li Girê Etşanê ye, ji ber bêxwedîtiyê ber bi tunebûnê ve diçe. Şêniyên gundê Olaqçiyê yên Êzidî diyar dikin ku heke destûr bê dayîn, ew amade ne mezarê nû bikin.
Gora sembola berxwedan û evîna Kurdan, Dewrêşê Evdî, li gundê Etşanê yê Wêranşarê bi xetera windabûnê re rû bi rû ye. Dewrêşê Evdî ku di sedsala 18’an de li dijî êrîşên li ser herêmê li ber xwe dabû û şehîd ketibû, li ser wesiyeta xwe li Girê Etşanê hatibû veşartin da ku gundê xwe Olaqçiyê bibîne. Lê belê îro ev cihê dîrokî û pîroz ne di bin parastinê de ye û tenê bi xetên hêsan hatiye diyarkirin.
Astengiyên li pêşiya nûkirina gorê
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, neviyên Dewrêşê Evdî ji bo tescîlkirina qadê û çêkirina turbeyekê gelek caran hewl dane. Lê tê gotin ku şêniyên gundê Etşanê yên Ereb, bi hincetên olî li dijî nûkirina mezarê derdikevin. Ji ber vê nakokiyê, heta niha tu gavên fermî nehatine avêtin û ev mîrasê dîrokî li ber hilweşînê ye.
Welatiyên Êzidî: Em amade ne biparêzin
Şêniyên gundê Olaqçiyê yên Êzidî destnîşan dikin ku Dewrêşê Evdî ji bo wan rûmeteke mezin e. Welatiyan diyar kir ku berê pêşniyara veguhastina mezarê hatiye kirin, lê ji ber ku wesiyeta Dewrêş li wî girî ye, wan ev yek qebûl nekiriye. Êzidiyên herêmê bang dikin ku heke destûr bê dayîn, ew ê bi derfetên xwe mezarê onar bikin û biparêzin.
Destanek ji Musilê heta Wêranşarê
Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê ne tenê çîrokeke evînê, di heman demê de banga yekîtiyê ye. Di sedsala 18’an de, dema ku eşîrên Ereb êrîşî herêmê dikin, Zor Temir Paşayê Millî bang li Derwêş dike. Dewrêş ligel ku Êzidî bû û dilê wî di keça Temir Paşa, Edûlê de bû, parastina axa xwe wekî erkeke neteweyî dît û bi 12 siwarên xwe re li dijî artêşeke mezin şer kir.
Dewrêşê Evdî li herêma Hesekê, li nêzî Gola Xatûniyê di şerekî giran de birîndar dibe û paşê jiyana xwe ji dest dide. Ji wê rojê heta îro, dengbêj bi klamên xwe vê qehremaniyê di hafizeya Kurdan de zindî digirin.
Lê belê îro, ev hafizeya ku bi sedsalan e li ser zimanan e, li Girê Etşanê ji ber xemsariyê li benda xwedîderketinê ye.
/Çavkanî: MA/










