🔴NÛPEL – Gihayê ku di botanîkê de wekî Bongardia chrysogonum tê naskirin, li herêmên Kurdistanê bi navên cuda yên ku her yek ji wan xwe dispêre taybetmendiyekî morfolojîk û çandî, balê dikişîne. Ji “Giya-Kepo” ya herêma Soran heta “Şeqşeqoka Xezalê” ya herêma Sîwêregê, ev giya dewlemendiya ziman û hêza çavdêriya gelê herêmê nîşan dide.
Ji Pozê Mirovan Heta Singê Kewan: Soran û Hewraman
Li herêma Soran, ev giya wekî “Giya-Kepo” tê binavkirin. Sedema vê navlêkirinê fêkiyê riwekê ye; ji ber ku fêkiyê wê dişibe serê pozê mirovan û di şîveya Soranî de jî ji bo “serê poz” peyva “Kep” tê bikaranîn, ev nav lê hatine danîn.
Li herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê (bi zaravayê Hewramî), navê riwekê vediguhere nexş û bîra xwezayê. Pelên riwekê yên ku di biharê de hîn nû şîn dibin, xwedî nexş û rengên qehweyî-kiremîtî ne. Ev nexşên li ser pelan, dişibin nexşên li ser bask û sîngê kewan. Ji ber vê dişibandinê, xelkê Hewremanê ji bo vê riwekê îlhama xwe ji “Sîngê Kewê” girtiye. Her wiha, ji bo “Padîşahê Biçûk” peyva “Geble/Gabla” jî di heman wateyê de li vê herêmê tê bikaranîn.
Li Xopana Sîwêregê: “Şeqşeqoka Xezalê”
Li herêma Sîwêregê û derdora Qerejdaxê, navê vê riwekê dibe “Şeqşeqoka Xezalê”. Ev nav bi temamî li ser şêweyê pel û bedena riwekê hatiye avakirin.
• Wateya “Şeq-Şax”: Di kurdî de ev peyv ji bo tiştên ku ji hev vediqetin, çetal dibin an jî pel bi pel li ser hev radizên tê bikaranîn. Pelên vê giyayê yên ku ji pîvokê derdikevin, xwedî herf û qatên li ser hev in.
• Têkiliya bi Xezalan re: Di bîra çandî ya Sîweregê de xezal xwedî cihekî girîng in. Şaxên qorcên xezalan ku li ser hev û çetalî ne, dişibin şêweyê pelên vê riwekê. Ji ber vê daxûyaniya morfolojîk, xelkê herêmê ev giya wekî “Şeqşeqoka Xezalê” bi nav kiriye.
Ev mînak nîşan didin ku navên riwekan di nav gel de ne tesadufî ne. Her navek, encama çavdêriyeke kûr a li ser xwezayê, heywanan û anatomiya mirovan e. Bongardia chrysogonum, bi van navên xwe yên rengîn, wekî pira di navbera botanîk û folklora kurdî de li ser axa Kurdistanê şîn dibe.


/Çavkanî: Mehmet Firat/










