Girtiyê Nexweş Mehmet Edîp Taşar Jiyana Xwe Ji Dest Da

Nûçe

🔴STENBOL (Nûpel) – Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar ê 70 salî, ku di lîsteya girtiyên giran de bû û 21 roj bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar (70), ku di Girtîgeha Tîpa Lyê ya Jimara 5an a Marmarayê (Silîvriyê) de dihat ragirtin, îro li Nexweşxaneya Çam Sakura ya Başakşehîrê jiyana xwe ji dest da. Taşar ji 3yê Adarê ve di bin tedawiyê de bû.

Tevî Bangawaziyan Jî Nehat Berdan

Taşar di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de cih digirt. Rêxistinên hiqûqê û saziyên mafên mirovan ji bo rewşa wî gelek caran bang li rayedaran kiribûn ku demildest were berdan û tedawiya wî li derve bibe, lê ev daxwaz nehatibûn qebûlkirin.

Cenaze Dê Biçe Êlihê

Hat ragihandin ku piştî temambûna karûbarên li nexweşxaneyê, dê cenazeyê Mehmet Edîp Taşar ji Stenbolê birê bikin û li bajarê wî li Êlihê bi axê bispêrin.

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Li Zarokistana Perperikê Agirê Newrozê bi Destê Zarokan Geş Bû
Di Derbarê 8ê Adarê de li Dersîmê Lêpirsîna li Dijî Jinan: Dovîz wek ‘Sûc’ Hatine Hesibandin û Mijar Çû Meclîsê!

Nûçeyên Sereke