🔴STENBOL (Nûpel) – Îbrahîm Aksoy ê ku di sala 1996’an de hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tekîrdagê hat berdan. Aksoy di daxuyaniya xwe ya yekemîn de bal kişand ser girtiyên din û got: “Heta ew azad nebin, em tu kes azad nabin.”
Girtiyê siyasî Îbrahîm Aksoy ê ku di sala 1996’an de hatibû girtin û 30 salên wî di girtîgehên cuda de derbas bûn, ji Girtîgeha Tekîrdagê hat texliyekirin. Aksoy li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat, xizm û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxuran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
‘Dilê min li hundir ma’
Aksoy di dema pêşwazîkirinê de axaftineke kurt kir û diyar kir ku her çend ew bi fîzîkî derketibe jî, hiş û dilê wî li cem hevalên wî yên li hundir e. Aksoy wiha got:
“Gelek hevalên me û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî li hundir in. Heta ku ew hemû azad nebin, em tu kes azad nabin. Azadiya Rêbertiyê, azadiya jinê ye; azadiya jinê jî azadiya civakê ye.”
Banga berpirsiyariyê
Aksoy di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku daxwaz û hêviya wan a herî mezin azadî ye û bang li raya giştî kir: “Divê her kes berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.”
Aksoy piştî merasîma pêşwazîkirinê, bi tevahiya malbat û girseya gel ber bi mala xwe ve bi rê ket
/Çavkanî: MA/










