🔴Serokê DYA’yê Donald Trump peyam da ku şiroveyên derbarê operasyoneke bejayî ya leşkerên Amerîkayê ya li ser Îranê “bêhuda ne” û di hişê wî de hîna vebijarkeke bi vî rengî tune ye.
Trump di hevpeyvîneke ji bo televîzyona NBC News re de, li ser êrîşên ku DYA û Îsraîlê li dijî Îranê dane destpêkirin axivî.
Trump diyar kir ku dê lez û tundiya êrîşan berdewam bike û gotinên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî yên derbarê “amadebûna” li hemberî operasyona bejayî ya hêzên Amerîkayê de nirxand.
Trump ev gotin wekî “şiroveyên vala û bêhuda” pênase kirin û ragihand ku hîna planeke wî ya bi vî rengî tune ye.
Trump got: “Ev wext windakirin e. Her tiştê xwe winda kirin. Hêzên xwe yên deryayî winda kirin. Her tiştê ku dikaribûn winda bikin, winda kirin.”
Ji bo namzetên serokatiyê yên di hişê wî de neyên kuştin “gavan davêje”
Trump destnîşan kir ku ew dixwaze pergala rêberiya Îranê “bi temamî ji holê rabe” û anî ziman ku ew naxwazin kesekî ku vê pergalê “dûbare ava bike” were ser kar.
Trump weha axivî: “Em dixwazin bibin xwedî rêberekî baş. Hin kes hene ku ez bawer dikim dê karên baş bikin.”
Trump diyar kir ku ji bo navên di hişê wî de ne ji şer sax filitîn ew “gavan davêje” û got: “Erê, em çavdêriya wan dikin.”
/Nûçeyên Cîhanê/










