Fırat Aydınkaya: Hôtel Europe; Bizin li welatê me ji nivîskaran azadtirin!

Gelo çima romanên diasporîk dişibin hev? Weke iddîa dikarim bêjim ku, di nava cureyên romanan de yên herî dişibin hev romanên dîasporîk în. Piranîya wan weke qopya yên hev in û tenê leheng diguherin, atmosfer û çîrok kêm zêde eynî ne. Esasen ne tenê şibandina atmosfer û ya qerekteran; honaksazî, uslûb, terz û vegotin jî pirê caran weke hev in. Pirseke din: gelo romanên bindest dikarin vê şibandina bê yom bişkîne?

Dîaspora xwelîyeke sar e, qelîştek e. Mecbûrkirina jîyanek nû ye, heyat li ser devê kendalan dimeşe. Derûnîya sirgunê weke sîyek ji cemedê penaberan teqîp dike. Kok ji dest diçe, destpêkeke winda li ser singê mirovên bêwar rûdine. Li gor Said sirgûnî, ne tenê koça ji welatan e; sirgûnî pirê caran li ser rih û nasnameyê birînên hebûnê bar dike. Heta nivîskar sirgûnê bi entellektuelîzmê ve girê dide û dibêje entellektuel ancax bi rihê sirgûnê dikare bibe entellektuel. (1) Feqet dîsa jî şewata sirgûnê bo herkesî ne wek hev e. Ser meseleyê agirê şideta surgûna mixalîfeke dewletê cuda ye, ya kesên bê dewlet cuda ye. 

Sirgûnê yanê jîyanek qedexe her tim bala nivîskaran kişandîye. Berê zêdetir sirgûn dibû rihê şiîran, dibû awirên şairan. Lê sirgûn herî zêde bûye ideal atmosfera romannûsan. Feqet nizanim çima romanên diasporayê ne hilberîner in û çima vasat in? Pirê caran atmosfer arabesk e, qerekter çilmisî ne û mijar sentetîk e. Loma romanên herî dubare ev romanan e.

Taybet jî romanên diasporîk gava bi ideolojîya post-kolonyalîzmê bisêwire bi çend taybetmendîyan tên nivisîn: klîşe, muqeyeseya welat û kulturan, nêrinên navend Ewropî (oryantalism), realizmeke sexte.

Romana ‘Hotel Ewrope’ (2) ya Ferhad Pîrbal klîşeyek romanên diasporîk bixwe ye. Atmosfera romanê, lehengên romanê, terz û vegotina romanê bi qelemek klîşe hatiye nivisîn. Loma ruhê romanê ji krîzên bê tehm dest pê dike, bi krîzên bêbinî dawî dibe. 

Weke em zanin Pîrbal ji qasê demeke li Parisê ma ye. Roman ji xwe bi fragmanên oto-biyografîk diherike. Feqet di navbera oto-biyografîyan û romanan de carna sînor radibe; gava ev sînor rabû roman dikeve formên xatiratan û ji edebîyatê dûr dikeve. Ev roman jî pirê caran bi îhlalkirina sînoran diherike û ji formên romanê dûr dikeve, carna dibe xatirat, carna dibe senaryo ya rêzefilman.   

Klişe

Theodor Adorno gava dikeve nava analîzên totalîtarîzmê û estetikên faşizmê bala me dikşîne ser têgeha klîşeyê û pirê caran klîşeyê bi endustrîya çandê û bi hilbêrîna şexsiyetê ve girê dide. Li gor wî gava endustrîya çandî bixwaze li ser hişmendîya civakê tehekkumê li darbixe dest davêje qalibên hazir û klişeyan. Bi vê awayê klîşe, şexsiyetên otorîterî diafirîne; şexsîyet jî klişeyên der mirovahî diafirîne.  Ya herî muhîm li gor Adorno, klîşe amureke îdeolojîyê ye û bi saya imaj û klîşeyan, hişmendîya civakî tê bloke kirin.(3)

Baş e nivîskareke bindest çima klişeyan bi kar tîne û çima muhtacê klişeyan e? Ya din gelo romanên post kolonyal de ma’neya klîşeyan çi ye?

Romana Pîrbal bi gelemperî bi klîşeyan hatiye nivisîn. Lehengên romanê: Mihemedê Hecîzade, melayekî xelkê Tehranê ye, ji ber zilma komara İslami li Parîsê penaber e. Paşê nivîskar çiqas klîşeyên ronakgerîyê hene tîne serê Melayê İranê. Ew û keçeke Kominîst bi mehan odeyek de dimîne û mecbur dimînin dikevin ber hev. Paşê li Fransayê ji bo debara xwe bike, Mela dibe jîgoloyê mêrek extîyar yê Fransî. Hîn sehneyan de Mela mecbûr dimîne eraqê vedixwe.(4) Sehneya dawîn de jî Melayê İranî û Cihûyên Portekîzî dikevin şuna hev û di humanîzmek sexte de şûna hev digirin û jiyana hev trampe dikin. 

Ne tenê qerekterê Mela, qerekterên Cihû jî bi klîşeyan hatiye afirîn. İmaja Yahudiyan ya li dinyayê ewe ku zengîn in, qurnaz in, karzan in, nehs in, ihtimalek mezin ajan in hwd. Monsieur Luciana zengin e, xwedîyê sê hotelan e, akademisyen e, zimanzan e, diçe Telavivê tê, bêhna ajanbûnê jê te. Yanê xwedîyê hemû imajên Yahûdîbûnê ye. 

Roman bi van her du klîşeyan ve eleqedar hatiye honandin. Kombina mela bi klîşeyên oldarîyê, kombina Luciana jî ji klişeyên Cihubûnê hatiye darxistin. Penasekirina herî klîşe ya ronakgerîyê ronahî û tarîtî ye. Pirê caran ronahîya ronakgerîyê li ser temsila akademiyê û mieliman tê temsilkirin, li hemberê vê yekê jî din û mela jî tarîyê temsil dikin. Roman li ser van stunê ronakgerîyê hatiye afirandin. Çîroka ronakgerîyê ewe ku ronahî ber dide tarîtîyê û herkes azad û wekhev dibe. Feqet di romanê de ev konfigurasyon ters dişixule. Tarî yanê Mela bi qurnaziya xwe ber dide, ronahîyê yanê Luciana. Gelo nivîskar bi vê peyama xwe dibe ku ji me re bibêje, tarîbûn qedera rojhilata navîn e, ronakgerî ne mumkîne li van welatan belav bibe. Tarî, ronahîyê dadiqurtîne. Ev e fikr û peyama romanê?    

Ya din Hotel Ewropa. Ev hotel bixwe ya dayîka Luciana ye. Dayîka Luciana jî Cihu ye. Yanê nivîskar gohê me de hêdîka dibêje Yahudi li her cihê ne, di her karê da ne, em jî mêvanê wan in û em xebatkarê wan in. Jixwe imge û metafora hotelê jî klîşeyek ji diasporayê ye. 

Klişeyên romanê ne ewqas in. Zêdetir in. Atmosfera romanê jî bi klîşeyên romanên diasporik re eleqedar e. ‘Homo homini lupus’ kiras diguhere û dibe ‘penaber gurên penaberan’ e. Herkes ji herkesî şikbar e. Herkes li du mafên penaberîyê ye.  Welat bo herkesî bûye dekor, çavê herkesî li medeniyeta Ewropayê ye. 

Baş e di romanên diasporîk de klîşeyên bi vê terzê fonksîyona kijan rolê dilehîze? Bi ya min rola ji xwe bazargerîyê dilehize, yanê rolek politîk dilehîze. Postkolonyalite gava xitabê rojava dike mecburê klişeyan e, bi imajan, bi stereotipan û bi karikaturizeyan diaxive. Ji ber ku post-kolonyalizm zêdetir ilhama xwe ji ferqa kulturî digire, gramera xwe ji sehneyên oryantalist werdigre. Li aliyê din klişe bo ferq û hiyerarşiya Ewropayê û milletên din rola eyneyê dilehîze. Ewropa cihê medeniyetê ye, cih û warê aqil e, meskenê çand û mirovahîyê ye. Qerekter û atmosfera romanê li ser van esasan pêk hatiye. Ji ber van babetan jî klişeyên vê romanê têra xwe ronakger û cih bi cih oryantalist e.        

           Wekhevî

Gelo li dîasporayê, li welateke sêyem Kurdek û İranîyek wekhev in? Pirseke din: Kurdeke bindest û İranîyek muxalîf di romanek Kurdan de dikarin têkiliyeke çawa li dar bixin? Di romanê de Ferhadê Kurd û Mihemedê Hacîzade dibin dostên hev û tekiliyek ji dil rêve dibin. Ya rastî ev wekhevîya li ser kaxizê sexte ye û Kurdek bindest û İranîyek mixalif tu car ne wekhev e.(5) Herçiqas romannûs bi devê Ferhad romanê vegotibe jî, di sehneyên romanê de pirê caran qerekterê esas Ferhad nîn e, Mihemed Hacizade ye. Nivîskar di warê şêweya honandinê de carna weke biyografînûs tevdigere, li du heyata Hacizade digere, nakokî û jîyana wî weke belgefilm ji xwendevane re pêşkeş dike. 

Di romanê de rewşa Kurdên Ewropayê ne dîyar e, di sehneyan de Kurdên diasporayê yekcar naxwuyê. Zehmetî, perişanî an êş û kulên Kurdan yê li dûrî welat qet nakeve kadraja romanê.(6) Ferhat axa Kurdek başûr e, herçiqas xebatkarê Hotelê be jî wênekeş e, tabloyên wî bi fiyetên biha tên firotin. Yanê Ferhad ziman dizane, debara xwe dike, hînê rewşa diasporayê bû ye. Li gor Kurdên din mirov dikare bêje ji sinifên navîn e. Xem û derdê wî tenê carna bêrîya welat e, bêrîya Hewlerê dike. Lê li Parîsê zêdetir bi karê Hotelê û bi jîyana Mihemed Hacizade ve eleqedar e, berxwedan û azadîya welat nakeve rojeva wî.

Li aliyê din ev roman behsa 1990an dike, weke her kes zane ku di nava wan salan de welatê Kurdan bi şideta dewletan serubin bibû û kitleyek mezin ji Kurdan mecbur man derketin Ewropayê. Mixabin mijara romanê ne ev tişt in, romannûs derd û elemên Kurdan yê diasporayê ji xwe re nekirîye mijar. Bi sedan Kurd di rê û behrên Ewropayê de xeniqîn, yên xwe avêtin Paris, Dortmundê bi rojan li ser berfê man, ne ziman ne cih û warê wan hebû. Feqet ev trajediyan nakeve kadraja romanê û Ferhad li pey macera mixalifeke İranî dikeve. Çima qerekterek din ne Ferhad? Ferhad muhîm e, bi nav û dengê xwe temsila nivîskar dike, heta pirê caran weke berdevkê niviskar diaxive.

Hannah Arendt di çavkanîyên totalitarîzmê de behsa tişteke gelek girîng dike. Li diasporayê de muqeyeseya kesên xwedî dewlet û kesên bê dewletê dike û encamên gelek balkêş rava me dike. Li gor Arendt, penaberên bê dewlet, paryayên modern in. Penaberên bê dewlet gava ji welatê xwe derdikeve ji hemû nasnameyên xwe diqete û dibe kesek anomalî. Ji ber vê yekê li der hukuk û civatê ye. Tenê gava tiştên suç tên qebul kirin bike, hukuk wî mixatap digire. Gava suçdar be dikeve radara hukukê û civakê. Ji ber van rewşan Arendt bo penaberên bê dewlet dibêje armûşkên ruyê erdê.(7)

Çima gelo nivîskareke Kurd behsa çîrokên armûşkên rûyê erdê nake û behsa çiroka penaberek xwedî dewlet dike. İhtîmala mezin ewe ku mijar dîsa tê li mijara edebîyata cîhanê rûdine. Ji ber ku nakokîya İranîyan û Yahûdîyan populer e, bala weşanxane û xwendayên Ewropayê dikşîne loma nivîskar ev mijar hilbijartiye.  (8)

Derdê vê romanê çi ye? 

Carna ji bo xatirê yek aforizmayeke jî kitêb tê nivisîn. Feqet hîn aforizma hene bo wan ne hewceye roman bê nivisîn, şiîr çêtir e. Ji aforizmayê romanên yek ev e ku, qerekter dibêje ‘bizin li welatê me ji mirovan azadtir in’.(9) Ji bo sînor û deshilatdarîyan teşbih û metaforeke miazem e ev hevok. Feqet bi ya min ev aforizma bibûya risteyek şiîrê baştir dibû. Ya diduyan divê ev tespît wiha jî were gotin: bizin li welatê me ji nivîskaran jî azadtirin. 

Di sehneyek de Hacizade behsa şerê Ayetullahê İranê û yên Rojava dike û dibêje ‘Ayetullah û meleyên bi şaşik yên İranê bi çek û siyasetê şerê Rojava dikin…Ez jî bi kîrê xwe.(10) Herçiqas çîroka romanê li ser vê esasê nehatibe hunandin jî, ev hevok û ev metafor di warê teoriya romanê de fikrek dide mirovan. Hevokek wiha maçîst û seksîst helbet ne dûrê ideolojîya anti/post kolonyalizmê ye. Anti kolonyalizm jî, post kolonyalizm jî zayendperest e, carna bi nirxên oksidentalizmê xwe ifade dike û nêrbûnê dike pêşîya her tiştî. Wer xuyaye ku romana Tayep Salih zêdetir bandor li nivîskarên bindest kirîye, qehremanên romanên bindest bê kîrê xwe nikarin li Paris û Londonê bifikirin û micadele bikin. Edebiyata mêran carna, edebiyata bindestan dike sergo. Herwiha Lukacs jî careke di vê meselê de tişteke ne li rê gotibû, li gor wî, ‘roman forma sinetê ya mêrên kemilî ye’.(11) Gelo Lucaks, Mustafa Said û Mihemed Hacizade bidîta çi difikirî? 

İdeolojîya vê romanê humanizm e, nivîskar bi me dide zanîn ku, her mirov dişibin hev, heta dujminê mirovan jî dişibin hev. Her çiqas İranî û Cihû ji hev nifret bikin jî, heyat ne ideolojî ye, Cihu û İranî weke ‘sêvek in û kirine du parçe (12). Nizanim çima humanîzmeke wilo bê bingeh ewqas di nava rewşenbîrên Kurdan de populer e. Evdila Cevdet jî serê sedsala bîstan de digot ‘Vatanım ruy’u zemin, milletim nev-i beşer’. Û dewam dikir: şiirim, ki tezellum aşiyandir / Alemdeki zulme tercumandır / Şiirim ki, bekasıdır umumun / Mahsul-u felaket-i zamandır. Ev mijar tespîta Eagleton tîne bîra me. Di nivîseke xwe de dibêje ‘liberalizm û romanên realist cêwî ne (13). Ma ne rast e? Feqet cêwîbûn pirê caran her du kesan/nirxan jî zeyîf dihêle.

Gelo problema sereke ya vê romanê çi ye? Mirov dikare bêje gava romana Kurd ji binerdê derkeve, bibe romaneke sererd vasat dibe? Belkî bo vê tespitê piçek zû be jî, bi ya min ev roman jî îspat dike ku romana Kurd hîn bo sererdbûnê ne amade ye.

Li aliyê din roman bi devê Ferhad tê vegotin. Ferhad Kurd e, ji zilma dagirkeran ji welat reviya ye, penaberek li Parisê ye. Feqet di romanê de çîrok, ne çîroka Ferhad e, çîrok çîroka Luciana û ya Hacizade ye. Çima gelo di romanek Kurd de ne Kurdek, Cihuyek û Farisîyek dibe esas qehreman? Bi ya min sedem kesayet e, di romana Kurd de hîn jî kesayetî zêde pêş neketîye. Esasen ne tenê di romana Kurdan de, di îdeolojîyê Kurdan de jî hîn teoriya failbûnê (özne teorisi) tune ne. Serê kirde girêdayî ye, kirde ya girêdayê idelojiyan e, ya girêdayê rêberan e, ya jî girêdayê eşîran e. Kesayet weke em zanin fail e, irade ye, dikare qedera xwe tayin bike. Romanên me de pirê caran kesayet brîndar e, zeyîf e, bi saya rêxistin, bi saya nivîskar, bi saya doza xwe iradeya xwe temam dike. Di vê romanê de rêxistin tune, doz zeyîfe, nivîskar li du pey şexsîyetên din ketiye, loma kesayeta Ferhad ne kemilîye. Weke nêçîrvanek çîrokan li pey rêça Hacizade diçe Ferhad. Ewqas bê kesayete ku li Parisê ne haya wî ji Kurdan heye, ne haya wî ji çalakî û berxwedana Kurdên diasporayê heye, ne jî rastê Kurdek politik tê. Qet nebe haya Ferhad ji cinayetên komara İranê hebûya, silavek bida Dr. Qasimlo, awireke bida kujerên Şerefkendi. Ku ev her du cinayet jî li diasporayê pêk hatibû û rîyan sar nebibû. Ji ber van sedeman otoriteya romanê sist e û li ser krîzek bêbinî ava bûye.  

Encam

Susan Sontag li ser wênekeşîyê tespitên gelek baldar dike. Careke gotibû, wêne çîroka rastiyê temsil nake, çîroka dîtina wênekeş temsil dike. Rastî jî gava mirov Hotel Ewrope dixwîne tenê rastê fragmanan tê, temamîya resmê winda ye, tenê em rastê kadraja qehreman tên. Feqet ev kadraja qehreman ne heqîqeta Kurdan e, ne jî heqîqeta diasporayê ye. Di nivîsa xwe ya berhemdar de Sontag tişteke balkêş jî tîne ziman û hişyarî dide me. Li gor wê, wêne  hişmendîya însanan dike turîst, rûyê wêneyan de li dinyayê weke turîstan mêze dikin. (14) Her tişt li gor kişandin û nêrîna kadrajê de wate digre. 

Ferhadê wênekeş bi aura turistan digere, bi berçavkên turistan difikire, weke turistan hevalan çê dike. Dinyayê jî, Ewropayê jî, bindestîyê jî heta zilm û zorîyan Kurdan dibîne yê jî weke wênekeşek belgeselê dibîne û difikire. Wate bo wî dîmeneke balkêş e, Paris bo wî albuma wêneyan e, Mihemedê Hacizade û Monsieur Luciana bo wî fotomodelên balkêş in, ku li galerîyên rovaja pere dike ji wan e. Baş e Kurdistan? Kurdistan dekor e, mezelê xeyalan e.

1- Edward Said, Entellektuel, weş Ayrıntı

2- Ferhad Pîrbal, Hotel Europe, weş Avesta

3-Theodor Adorno, Otoritaryen Kişilik Üzerine, weş Sel

4- Li gor hîn agahîyan ji ber vê imaja Mela, roman li İranê hatiye qedexekirin. Bnr: https://www.rudaw.net/turkish/culture/03122018#:~:text=Erbil%20(R%C3%BBdaw)%20%E2%80%93%20K%C3%BCrt%20yazar,u%C4%9Frad%C4%B1%20ve%20sat%C4%B1lmas%C4%B1%20yasakland%C4%B1%E2%80%9D%20dedi.

5- Min di nîqaşek de li ser vê hiyerarşiyê çend tespitên berfireh kiribû. Bo hurgulîyên vê mijarê: https://nupel-kurdi.tv/avrupada-yasayan-gocmen-bir-turk-ile-gocmen-bir-kurt-esit-olabilir-mi/#google_vignette

6- Bo vê mijarê zêdetir agahî di vê gotarê de heye: Barzo Eliassi, Texeyula Neteweyê Li Diasporayê  https://blog.kovarazarema.com/texeyula-neteweye-li-diasporaye/

7-Hannah Arendt, Totalitarizmin Kaynakları, weş İletişim

8- Roman bo xwendayê Ewropayê bi zimanê Fransî hatiye çapkirin. 

9- Pîrbal, r. 31

10- Pîrbal, r.114

11- Georg Lukacs, Roman Kuramı, Metis, r. 78

12- Pîrbal, r.53

13- Terry Eagleton, İngiliz Romanı, İletişim, r.215

14- Susan Sontag, Fotoğraf Üzerine, weş Can

Van jî bibîne

 

Mesrûr Barzanî û Sîsî civiyan: Aborî û ewlehî di rojevê de bûn
Îro YNK û PDKê li Hewlêrê dicivin

Nûçeyên Sereke