Bayindir: Statûya Abdullah Ocalan statûya gelê Kurd e

Nûçe

🔴RIHA (Nûpel)– Di çarçoveya Festîvala Amarayê de li Curnê Reş şahiyek hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir di şahiyê de axivî û got: “Statûya Birêz Ocalan statûya gelê Kurd e. Em ê bi yekîtî û rêxistinbûna xwe, bi pêşengiya Birêz Ocalan bigihîjin azadiya xwe.”

Di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê de, bi şîara “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ve” Festîvala Amarayê hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Curnê Reş, li qada Bazara Înê şahiyek bi coş hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir, Hevberdevka Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan tevli şahiyê bûn.

‘Kurd Statûya Xwe Dixwazin’

Bi sedan kesên ji 7 salî heta 70 salî bi flamayên zer, sor û kesk qad tije kirin. Gelê ku bi kincên xwe yên neteweyî ketin govendê, bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. Di qadê de pankartên bi nivîsa “Bi ruhê Xelîl, Sultan, Cuma, Salih, Nûjiyan û qehremanan; bi agirê Mazlum ber bi Rêbertiya Azad ve” û “Statûya Kurdî, perwerdehiya Kurdî” hatin daliqandin.

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir di şahiyê de axivî û diyar kir ku wan starta festîvalê daye û wiha got: “Rojbûna Birêz Ocalan li tevahiya gelê Kurd pîroz be. Li gelê Kurdistanê yê azadîxwaz pîroz be.” Bayindir bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê û got: “Em bi berxwedanê diqîrin. Em têkoşîna azadiya xwe didin. Îro jî em ji çavkaniya berxwedanê bang dikin; heta azadiya Birêz Ocalan û Kurdistanê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd bi berdêl, têkoşîn û berxwedaneke mezin hebûna xwe nîşan da. Kurd êdî statû û azadiya xwe dixwazin. Kes nikare Kurdan paşguh bike. Kes nikare koletiyê li ser Kurdan ferz bike.”

‘Hezar Sal Jî Derbas Bibe Xwediyê Rêber e’

Bayindir bal kişand ser temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 77an û wiha pê de çû: “Em di rojbûna 77an a Rêber Ocalan de ne. 77 sal ji bo gelê Kurd pir girîng e. Her salek ji bo gelê Kurd bû stêrkeke cuda. Ji ber vê yekê em bi rûmet in. Bin sal jî derbas bibin, gelê Kurd xwedî rêber e. Ji bo azadiya xwe her dem li ser piyan e. Em ê bi ser bikevin, ji ber ku berxwedana Kurdan qehremanan nivîsî. Li Curnê Reş hevaltiya Ocalan hat kirin. Bi dehan hevalên Ocalan mîna Cuma, Xelîl û Mazluman ji vê axa pîroz derketin. Ji bo gelê xwe li ber xwe dan. Ev ji bo me mîraseke mezin e.”

Daxwaza Azadiyê Ya Milyonan

Bayindir diyar kir ku bi mîlyonan mirov ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind dikin û got: “Di qadên Newrozê de 60 mîlyon Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe Ocalan û ji bo gelê Kurd dengê xwe bilind kirin. Dewlet û serdest divê bi şaşî nêzî statûya Ocalan nebin. Gelê Kurd bi 60 mîlyonî azadiya Birêz Ocalan wekî azadiya xwe dibîne. Statûya Birêz Ocalan statûya gelê Kurd e. Heke dewlet nêzîkatiyeke rast nîşan bide, navnîşana yekemîn girava Îmraliyê ye. Gelê Kurd êdî zindana Îmraliyê qebûl nake.”

Bayindir di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got: “Kursa herî girîng a gihîştina azadiyê, mîsogerkirina yekîtiya me ya li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ê bi tifaqa xwe bigihîjin azadiya neteweyî.”

Piştî axaftina Bayindir, hunermend Aylîn Demîrkaya û Sîpan Xelat derketin ser dikê. Beşdarên şahiyê bi hev re marşa “Herne Pêş” xwendin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Îran: Hêzên me ji bo her îhtimalê amade ne
Wezîrê Dadê Akin Gurlek Îdiayên Derbarê “Xaniyê Taybet” yê ji bo Ocalan Red Kirin

Nûçeyên Sereke