Erdogan Hişyarî Da: “Metirsiya Şerekî Herêmî Heye”

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna koma partiya xwe (AKP) de bal kişand ser aloziyên li Rojhilata Navîn û hişyarî da ku herêm di rûbirûyê metirsiya şerekî berfireh de ye.

Erdogan di axaftina xwe de bi taybetî rawestiya li ser şerê ku mehek e di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de berdewam dike. Serokkomar diyar kir ku derdora Tirkiyeyê veguheriye “xeleka agir” û destnîşan kir ku berpirsiyarê sereke yê vê rewşê Îsraîl e.

“Derdora Me Bûye Xeleka Agir”

Erdogan bal kişand ser êrişên li dijî Îranê û diyar kir ku di vê serdemê de ew hewl didin Tirkiyeyê ji nîqaşên siyasî yên bêwate dûr bixin da ku bala xwe bidin ser ewlehiya welat. Wî got: “Derdora me bûye xeleka agir. Bêdengiya me ne ji ber qebûlkirina bêedebiyan e, ev ji edeba me ye.”

Hedef: Tirkiyeyê ji Agir Dûr Bixin

Serokkomar Erdogan da zanîn ku armanca wan a herî mezin parastina Tirkiyeyê ji bandorên vî şerî ye. Erdogan anî ziman ku êrişên li ser binesaziyên sivîl, enerjî û veguhastinê metirsiya şer zêdetir dike û wiha berdewam kir:

“Karê me yê sereke ew e ku welatê me vê demê bê qeza û bela derbas bike. Em bi biryar in ku Tirkiyeyê ji vî agirî dûr bixin.”

“Netanyahu ji bo Jiyana Xwe ya Siyasî Xwînê Dirêje”

Di dawiya axaftina xwe de, Erdogan rexneyên tund li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu girtin. Erdogan destnîşan kir ku vekirina eniyên nû tenê xizmeta stratejiya “xwînî” ya Îsraîlê dike û got:

“Divê neyê jibîrkirin ku her dilop xwîna ku di şer de tê rijandin, dê bibe ava jiyanê ji bo dirêjkirina jiyana siyasî ya Netanyahu.”

Erdogan bang li herêmê kir ku li dijî vê stratejiyê hişyar bin da ku zerar negihîje aramî û aştiya herêmî.

Van jî bibîne

 

Li Tirkiyeyê Serdema 5G’ê Dest Pê Kir: Di Ragihandinê de Gavên Bilez
Îran: Hêzên me ji bo her îhtimalê amade ne

Nûçeyên Sereke