Erdogan: Em li pey parastina nirxên mirovî ne

Nûçe

🔴Erdogan: “Mîna li welatê xwe, li herêmê û li cîhanê jî em tenê di derdê jiyandin û parastina nirxên mirovî de ne”

Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Erdogan, di bernameyeke fitarê ya li Stenbolê de derbarê êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser Îran û Libnanê û geşedanên li herêmê daxuyanî dan.

Erdogan di axaftina xwe de bi kurtasî ev tişt anîn ziman:

“Şebekeya ku çavên wê bi xwînê girtî, mixabin mîna li Gazeyê, li Îran û Libnanê jî lêxistina dibistan û nexweşxaneyan didomîne. Li hemberî vê rewşa cinetê, Tirkiye di serê wan welatan de ye ku mirovan diparêze, aqilê selîm diparêze û bi rêya diyalog û dîplomasiyê li çareseriya krîzan digere. Mîna li welatê xwe, li herêmê û li cîhanê jî em tenê di derdê jiyandin û parastina nirxên mirovî de ne. Em ê helwesta xwe ya ku li bûyeran ne di şûşeya neft û gaza xwezayî de, lê di çavê heq, edalet, merhemet, şefqat û rûmeta mirovahiyê de dinêre, biparêzin. Em wekî hikûmet, dema ku li cîhanê aştî û aramiyê diparêzin, nikarin li hemberî tu kiryarên ku li welatê me siyê bixin ser vê yekê bêdeng bimînin.”

/Çavkanî: Birgün/

Van jî bibîne

 

Li Westanê Qezaya Trafîkî: Tir û Otomobîl Lihevketin: 2 Mirî, 3 Birîndar
Li navçeyên Hezro û Licê yên Amedê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Nûçeyên Sereke