Ercan Geçmez: Hişmendiya ku Alewîtiyê wek ‘çand’ pênase dike, gundan ji bo rantê bêmirov dike

Nûçe

🔴NÛPEL – Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadolu ya Hacı Bektaş Veli Ercan Geçmez, bal kişand ser polîtîkayên sîstematîk ên li dijî civaka Alewî û diyar kir ku desthilatdarî bi navê “çandê” hewl dide nasnameya baweriyê bêbandor bike. Geçmez destnîşan kir ku projeyên talana ekolojîk ên li gundên Alewiyan, parçeyek ji stratejiya “bêmirovkirinê” ne.

Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadolu ya Hacı Bektaş Veli Ercan Geçmez, ji ajansa PİRHA’yê re axivî û nirxandinên girîng li ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Alewîtiyê û projeyên rantê yên li gundên Alewiyan kir.

“Alewîtî ne tenê folklor e, bawerî ye”

Geçmez destnîşan kir ku desthilatdarî bi zanebûn Alewîtiyê ji kategoriya baweriyê derdixe û dixwaze wê wekî hêmaneke folklorîk nîşan bide. Geçmez anî ziman ku dewlet bi feraseta “ya bingehîn Sunitî ye” tevdigere û wiha got:

“Siyaset Alewiyan wekî komeke ku tenê saz lê dixe, stranan dibêje û semahê digerîne dibîne. Dibêjin ‘Ma îbadeteke wisa dibe? Ev herî zêde dibe çand’. Erê, di warê akademîk de dîn jî parçeyek ji çandê ye, lê siyaset vê yekê ji bo piçûkxistina baweriyê û bêqîmetkirina wê bi kar tîne. Armanca wan ew e ku îbadeta me ji nasnameya wê ya pîroz dûr bixin.”

“Tariqat veguherîn sermayeyên aborî”

Ercan Geçmez diyar kir ku sedema pênaseya “çandê”, razîkirina tariqatên ku dewlet dorpêç kirine ye. Geçmez got ku tariqat êdî ne tenê komên baweriyê ne, lê veguherîne sermayeyên mezin ên aborî û hêza siyasî:

“Îro dîn ji aliyê tariqatan ve hatiye dîlgirtin. Ev avahî wezaretan dagir kirine û dewlet bi dest xistine. Siyasetmedar ji bo deyndariya xwe ya ji bo serokên tariqatan bidin, zimanekî wiha bi kar tînin. Lê ev ziman ne di nav civaka Alewî de, ne jî di nav welatiyên Sunî yên xwedî wijdan de nayê qebûlkirin.”

“Li Gimgimê bêmirovkirineke plankirî heye”

Geçmez bal kişand ser projeyên Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) û projeyên din ên hilweşandinê yên li Vartoyê û diyar kir ku ev ne tesaduf in:

“Li Vartoyê çêkirina projeyan li 16 gundên Alewiyan polîtîkayeke dewletê ye. Ez van projeyan wekî bêmirovkirina herêmê û desteserkirina nirxên aborî dibînim. Dixwazin gel ji axa wan qut bikin û van deran bikin qadên bazirganiyê. Armanc ew e ku gundên Alewiyan ên ku xwezaya wan nehatiye xerabûn, veguherînin rantê.”

“Jiyana li bajaran lîstika siyasetê xira kir”

Herî dawî Geçmez anî ziman ku tevî hemû polîtîkayên cudakar, gel li bajaran hînî jiyana hevpar bûye:

“Welatiyê Sunî yê ku li bajêr bi Alewiyan re dibe cîran, dibîne ku Cemxane ji bo Alewiyan pîroz e. Siyasetmedar çi dibêjin bila bibêjin, pratîka gel êdî vê cudakariyê qebûl nake. Civaka Alewî vê polîtîkaya qirêj dibîne û li dijî vê hişmendiya parveker wê serî netewîne.”

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Axios: Piştî Destpêka Şer Yekem Car Keştiyên Amerîkî di Tengava Hurmuzê re Derbas Bûn
Li Enqereyê Gotûbêja ‘Jin Aşitiyê bi Rêxistin Dikin’ Hat Lidaxistin

Nûçeyên Sereke