🔴Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê peymana agirbesta demkî ya bi Amerîkayê re binpê dikin û bang li Washingtonê kir ku berpirsyariyên xwe bîne cih.
NÛPEL – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, derbarê geşedanên dawî yên li Libnanê û peymana agirbestê ya di navbera Îran û Amerîkayê de daxuyaniyeke girîng belav kir. Eraqçî destnîşan kir ku Îsraîl bi êrişên xwe agirbestê binpê dike û Amerîka di nava bijarteyekê de ye.
“Amerîka Nikare Her Duyan Bi Hev Re Hilbijêre”
Eraqçî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê, bersiv da parvekirina Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û diyar kir ku şertên agirbestê gelekî zelal in. Eraqçî wiha got:
“Amerîka neçar e ku di navbera agirbestê yan jî wî şerê ku bi rêya Îsraîlê didome de hilbijartinekê bike. Nikare her duyan bi hev re hilbijêre.”
“Cîhan Li Benda Gava Amerîkayê ye”
Wezîrê Îranî bal kişand ser rola Amerîkayê ya di vê pêvajoyê de û diyar kir ku civaka navdewletî çavdêriya gavên Washingtonê dike. Eraqçî got, “Top niha di qada Amerîkayê de ye. Cîhan lê dinêre ka dê Amerîka sozên xwe bîne cih yan na.”
Hişyariya “Encamên Metirsîdar”
Ji bilî Eraqçî, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî jî êrişên Îsraîlê bi tundî şermezar kirin. Beqayî destnîşan kir ku ev êriş ne tenê binpêkirina agirbestê ne, lê di heman demê de dê bibe sedema encamên metirsîdar ji bo herêmê. Beqayî careke din bi bîr xist ku di vê mijarê de berpirsyarî di milê Amerîkayê de ye.
/Çavkanî: Rûdaw/










