EBRD: Şerê Rojhilata Navîn Dikare Li 12 Welatan Şokên Aborî Biafirîne

Nûçe

🔴NÛPEL – Banka Ewropayê ya Avakirin û Geşepêdanê (EBRD), hişyarî da ku rageşî û şerê li Rojhilata Navîn dê bandoreke giran li ser aboriya 12 welatan bike ku Tirkiye jî di nav de ye. Li gorî raporê, eger bihayê petrolê ji 100 dolarî derbas bibe, enflasyona gerdûnî dê bi qasî 1,5 puanan zêde bibe.

Metirsiyên Mezin: Enerjî, Xurek û Turîzm

EBRD destnîşan dike ku pevçûnên li herêmê bi rêya bihayên bilind ên enerjî û gubreyê, astengiyên di bazirganî û turîzmê de û her wiha bi tundbûna mercên fînansmanê, dê çalakiya aborî xira bike.

Serekekonomîsta EBRD’ê Beata Javorcik derbarê mijarê de wiha got:

“Ev pevçûn nîşan dide ku şokên jeopolîtîk çiqas bi lez dikarin belavî bazarên enerjiyê, zincîrên dabînkirinê û mercên fînansmanê bibin.”

Ji Bo Tirkiyeyê Sê Metirsiyên Serkêş

Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye di nav koma wan welatan de ye ku herî zêde dê bandor bibin. Ji bo aboriya Tirkiyeyê ev xal wekî rîskên herî mezin hatin rêzkirin:

Derketina sermayeya biyanî: Ji ber nezelaliya gerdûnî, dibe ku sermaye ji Tirkiyeyê bireve.

Faîzên bilind: Zêdebûna faîzên tevilan dê bibe barekî giran.

Wendahiya turîzmê: Pevçûnên li herêmê dibe ku herikîna geştiyaran kêm bike.

Enflasyon û Krîza Xurekê

Li gorî nûçeya ku dispêrin Ekonomim’ê; eger bihayê petrolê ji 100 dolarî derbas bibe, mezinbûna aboriya cîhanê dê 0,4 puan kêm bibe û enflasyon jî 1,5 puan zêde bibe. Her wiha hat diyarkirin ku astengiyên li Tengava Hurmuzê dê bibe sedema bihabûna maddeyên wekî alumînyum, sulfur û plastîkê ku ev yek rasterast bandorê li lêçûna gubre û xurekê dike.

Welatên Ku Herî Zêde Dê Bandor Bibin:

EBRD’ê lîsteya 12 welatên ku ji ber girêdayîbûna enerjî û xurekê di rîskê de ne wiha eşkere kir:

Misir, Iraq, Urdun, Kenya, Libnan, Moldova, Mongolya, Makedonyaya Bakur, Senegal, Tûnis, Tirkiye û Ukrayna.

/rd/

Van jî bibîne

 

Caner Canerîk: Navê rîtuelan neyê guhertin, bila pêwendiya wan a bi rabirdûyê re neqete
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî

Nûçeyên Sereke