Du Nav, Yek Çîrok: Berfîn û Besê

Nîvîskar

🔴Leşkeran ji me re got: “Heta hefteyekê gund vala bikin, heke na em ê we jî bi gund re bişewitînin.”

Ez keçikeke bîst û pênc salî me; piyekî min ji yê din kurtir e û ez ew “di mal de mayî” ya “dîn” im. Li vî gundî mezin bûm; ji veqetîna ji gund bêtir, mirinê çêtir dibînim. Lê bûyera ku mehek berê li vir qewimî û jiyana min serobino kir, dilê min bernade ku bi min re bikeve gorê û bê jibîrkirin. Li hemberî jiyanê, keseke ku hêviyan bihebîne nîn im. Tim fikirîna li ser rastiyên borî, ji hêvîkirina divêtiyên rojên bê çêtir ditiye. Êdî nabêjim xwezî ev tişt wiha bibûya, bizewiciyama, an jî min ji xwe re jiyanek saz bikira… Heta êdî dibêjim baş bûye ku wiha bûye. Jixwe tiştê ku em jê re dibêjin jiyan çi ye? Çiqilekî ku em dizanin dê bişkê, lê dîsa jî em pê digirin… Valahiyeke ku nayê dagirtin…

Mijar ne ez im, lê dîsa jî der barê xwe de hin tiştan dinivîsim. Dibe ku ji bo rihetkirina dilê xwe be, lewma dizanim nivîsîn ji bo hemû diltengiyan wekî derman e. Kêm be jî behreya xwe ya nivîsê deyndarê mekanîzmaya tanzîmkirina jiyanê me. Tu yê bibêjî qey biryara min e ku piyekî min kurt be; lewma mirovên li derdorê wekî ku ez “heram” bim têkiliyên xwe ji min qut kirin û ez mehkûmê tenêtiyê kirim. Xwedê jî bi qasî ku ez karibim jana xwe bînim ziman, ev behre bexşî min kir. Min heta lîseyê xwend. Piştî xelaskirina lîseyê jî min dest ji pirtûkxwendinê berneda. Berî her tiştî min ji pirtûkan hez kir. Tim pirtûk û lehengên pirtûkan bi min re hevaltiyê kirin. Min tenêtiya xwe bi parvekirina wan diborand, heta ku min şahidiya vê bûyerê kir.

Tam meheke berê bû; şeveke heyveron, saet li dora duyan bû. Li malê ez, diya min, bavê min û du birayên min ên ji min biçûktir diman. Gelekî wext derbas bûbû ku me lembe reş kiribû û em ketibûn nava nivînan. Her kes ketibû xewê; bavê min dîsa dest bi xirîna ku min hêrs dike kiribû. Nizanim çima, lê xewa min nedihat. Li ser cihê xwe yê ber şibakê, li ber ronahiya heyvê ya ku bi bişirîneke germ ji şibakê xwe berdabû hundur, min pirtûk dixwend. Pirtûka bi navê “Partîzan” ku qala şoreşa bulgaran dike bû… Ji ber hezkirina lehengê pirtûkê Lenko, min nedixwest pirtûkê ji destê xwe deynim. Pirtûk, şervanekî çiyê ku navê wî Xebat bû diyarî dabû min. Dema ku ez bi diltengî di nava rûpelên pirtûkê de bi Lenko re derketibûm seyranê, ji nişka ve dengê lêdana deriyê derve yê malê hat. Ji kelecanê qîrîna ku hatibû gewriya min, min bi zorê rawestand û ji nav cihan hilpekiyam. Dilê min dixwest ji qefesa singê min derkeve. Tam min hewl da ku derî vebikim, lê hat bîra min ku divê ez destpêkê bavê xwe agahdar bikim. Bi hilanîna bêhnên kûr û bi lez, min bavê xwe şiyar kir:

“Derî lê didin, ew hatin!”

Heta ku ew ji xewa xwe ya giran şiyar bû, min kincên xwe li xwe kiribûn… Di vê navberê de diya min jî şiyar bûbû. Em her sê çûn ber derî. Min di hişê xwe de axaftina ku heke Xebat hatibe ez ê çawa ji bo diyariya pirtûkê spasiyên xwe jê re bikim, dihonand… Li peyvên herî xweş ên ku min ji pirtûkan fêr bibûn digeriyam.

Bavê min bi dengekî tijî tirs û fikar got:

“Kamo?” (Kî ye?)

Ji kelecanê min nikaribû li cihê xwe rawesta. Li benda bersivê min guhên xwe mûç kirin. Ev cara çaran bû ku dihatin mala me. Di jiyanê de herî zêde dilê min ji bo wan ronî bûbû. Mirovên balkêş bûn û hemû bala min li ser wan bû. Her yek ji wan dibû lehengekî romanên ku min jê hez dikir; dibûn hevalên min. Ji ber vê jî min xwe nêzîkî wan didît.

Ez ne şaş bim, diya min jî herî kêm bi qasî min di nava kelecanê de bû. Bişirîneke hezkirinê li rûyê wê rûniştibû. Wê jî ji wan hez dikir, lê bavê min ji wan ditirsiya. Gelo mirov dikare ji kesên ku jê ditirse hez bike? Her cara ku dihatin, wî bi “uf û kûfan” digot ew ê serê me bixin belayê û bi rûyekî nexweş li wan dinihêrî… Ji diya min re digot: “Zû nan bîne bide wan!”, lê bi vê gotinê dixwest peyama “Bes e, rabin êdî!” bide wan. Carekê min bihîstibû ku ji diya min re digot: “Serê kesekî du nanan bide wan!” Diya min jî berteka xwe bi dayîna hemû nanên di malê de nîşan dabû.

Û bi tûjî, dengê ku em li bendê bûn hat:

“Ma hey heval, heval!”

Dengê zilamekî bû. Bavê min derî vekir û ew keremî hundur kirin. Pênc kes bûn, yek li ber derî ma. Xebat jî bi wan re bû. Bi wan re jineke ciwan a çavşîn ku rûyê wê mîna heyva çardeşevî dibiriqî jî hebû. Ji kincên wê yên nîv-sivîl, wekî şervaneke nû tevlîbûyî hat ber çavê min. Nêrîna min rast derket…

Bavê min destê wan guvaşt, diya min jî ew yek bi yek hembêz kirin, rûyên wan maçî kirin û bi zimanê zazakî got: “Bira bira, dirûm çinû, rindû?” (Bira bira, rewşa we çawa ye, hûn baş in?). Min jî dixwest wekî diya xwe wan hembêz bikim, lê ji şerman min nekir. Min destê xwe dirêjî mêran kir; wisa destê min diguvaştin ku min digot qey wê hestiyên destê min bişkên. A jin bi xwe hat û ez hembêz kirim. Li ser rûyê wê bişirîneke bêhempa hebû. Hezkirina di dengê wê de ew qas diyar bû ku mirov digot qey dikare bi destan bigire. Dema dikeniya, di her du dêmên wê de du xemze çêdibûn. Porê wê yê reş ku diket ser gerdana wê ya spî û çavên wê yên şîn ku wekî stêrkan dibiriqîn, xweşikiya wê kamil dikirin. Li hemberî vê hembêza wê, min jî bi dil û can ew hembêz kir. Bi vê hembêzê re min hemû êşên xwe ji bîr kirin.

Bêyî ku pêlavên xwe derxin ketin hundur û rûniştin. Bavê min pêşniyaza xwarinê kir, lê gotin ku ew hatine da ku yek ji me rê nîşanî wan bide. Ji bo kampa zivistanê divê derbasî rojhilatê Mûzirî bibûna, lê diyar kirin ku riya çiyê ya ku di ber qereqolê re derbas dibe baş nas nakin.

Min bi jina ku min fêr bû navê wê Berfîn e re dest bi sohbetê kir. Berfîn, yanî gula ku di berfê de şîn dibe… Wê navê min pirsî. Ji ber ku min ji navê xwe hez nedikir, min bi şermokî got û lê zêde kir ku ez qet jê hez nakim. Wê jî got: “Heke tu bixwazî, êdî em ê bi navê Besê gazî te bikin!” Besê navê lehengeke Kurd a dîrokî bû.

Min hewl da ku bi wan gotinên ku min di hişê xwe de amade kiribûn spasiya Xebat bikim. Lê ev hewldana min bi ser neket; min hemû tişt li nav hev xist. Çiqas reng neda be jî, ez bawer im ku di dilê xwe de bi vê rewşa min keniya.

Di gund de tenê bavê min hebû ku karibû rênîşandariyê ji wan re bike. Lê wî bi hincetên mîna “Ez nexweş im, halê min nîn e, çokên min nagirin…” miradê min di dilê min de hişt. Diya min bi awirên tûj li bavê min dinihêrt. Wan got nexwe be em ê bi rê kevin. Min ew rê pir baş dizanî. Şiverêyeke biçûk bû; bi serê xwe nedikariyan bibînin û bişopînin. Min ji bavê xwe re bigota “ez ê herim”, dinya xira bibûya jî wî qebûl nedikir. Xatir xwestin û çûn…

Wisa bê rênîşander, di şiverêyeke ku di ber qereqolê re derbas dibe de çûyîna wan tirs dixist dilê min. Heke tiştek bi wan bihata, min ê tu carî xwe efû nekira. Divê ez biçûma û min rêberî ji wan re bikira.

Bêyî ku kesî agahdar bikim, li dû wan çûn. Li derveyî gund ez gihîştim wan. Dema Berfînê ez dîtim got: “Besê, min dizanîbû tu yê werî…” Bi peyvên pesnê, gotin ku ev helwesteke wêrek e. Ezê ku heta wê rojê pesnê kesî nebihîstibû, min xwe wekî ku li hewayê dimeşim hîs dikir. Bi çend gotinên kurt min got: “Ev peywira min e.”

Ez li pêş û ew li paş em ketin rê. Min xwe bi lehengên romanan re dida ber hev. Ez hem Lenko bûm, hem jî ew keçika ku tevlî gerîlayan bibû û şehîd ketibû. Di nav xeyalan de serxweş bibûm. Dibe ku awirekî zarokane ez dikişandim nav van serpêhatiyan. Ev hestên ku ji nişka ve çêbûbûn, bi qasî kêfxweşiyê ez diêşandim jî. Lê êşeke pîroz bû…

Heyv mîna sîniyeke zîvîn li ser riya me bû. Hewa sar bû. Di hêlekê de min ji xwe re digot: “Piştî çil salî min tiştekî baş kir”, di hêla din de tirsê ez dilerizandim: “Lê belê leşker wan bibînin?”

Em gihîştibûn beramberî qereqolê. Ev nîvê rê bû. Ji nişka ve bi dengê çekên leşkeran ku bêdengiya şevê qelaşt, ez li cihê xwe zuha bûm. Gule wekî baranê dibarîn. Her kes ket çeperan. Ez li pişt kevirekî qutifîbûm û ji tirsan dilerizîm. Qêrîn di gewriya min de asê mabû. Piştî deh deqeyan dengê gulleyan hat birîn. Şervanê bi navê Memyan got: “Heke bi kesî tiştek nebûbe, bêdeng berdewam bikin.”

Dengê Xebat hat: “Hevala Berfîn naxuyê!”

Nêzî nîv saetê lê geriyan, lê Berfîn nedîtin. Erd qelişîbû û ew tê de çûbû. Saet ber bi sêyan ve diçû û dinya wê ronî bibûya. Memyan got: “Dibe ku ji me qetiyabe. Divê em ji vir dûr bikevin.” Tevî ku min dixwest em lê bigerin jî, ew neçar bûn ku biçin da ku kom neyê îmhakirin.

Wekî miriyekê meşiyam. Dema em gihîştin cihê ku dixwestin, saet bûbû çar û nîv. Li min tembîh kirin ku ez hewl bidim agahiyekê li ser Berfînê bigirim. Ez vegeriyam. Roj li ser çiyayê Mûzirî hil dihat. Min pişta xwe spart zinarekî û çavên xwe girtin.

Di xewna xwe de li goristanê bûm. Du darbest ber bi goristanê ve dihatin birin. Dumaneke reş ji gund radibû. Li ser darbesta pêş navê Berfînê û wêneya wê hebû. Li ser darbesta paş… navê “Besê” hebû, yanî ez! Bi tirs ji xew şiyar bûm.

Wê demê min fêm kir ku di hundurê min de tiştek miriye. Parçeyek ji canê min ez terikandim û çû ba Berfînê.

Bûyer wiha qewimîbû: Leşkeran li ser gumanan gulle reşandibûn. Berfînê xwestiye xwe li pişt zinarekî mîna kozikê veşêre, lê gulleyek lê ketiye û ew ketiye nav wê çalika kûr a zinaran.

Du rojan ez wekî dînan lê geriyam. Dûre malbata wê hat dîtin. Bav û birayê wê yên cerdevan (korocî) hatin. Bavê wê li laşê wê nihêrt û got: “Ev keça min nîn e, ez ‘terorîstekî’ wekî keça xwe qebûl nakim.”

Ez bi vê gotinê dîn û har bûm. Min ji her tiştî nefret kir. Malbata wê ew înkar kirin û çûn. Cenazeyê Berfînê bi erdê re kaş kirin û avêtin çalekê. Lê piştî çûyîna leşkeran, hemû gundiyan seferberî îlan kirin. Berfîn ji wê çalê derxistin û li goristana gund bi axê spartin.

Ji wê rojê ve, ez her roj diçim ser tirba wê. Me biryar da ku em ji gund dernekevin; dixwazin bila me bi gundê me re bişewitînin…

Abdullah Ongullu Şêrwî

 

Van jî bibîne

 

Mîhyedîn Nahrîn: Ax Tamara! Ax Tamara! Axtamar…
Bakirhan û Nêçîrvan Barzanî axivîn: Hûn ne bi tenê ne

Nûçeyên Sereke