Dr. Neşmîl Qasimlo: Kurd riya xwe xêz dikin

Nûçe

🔴NÛPEL – Dr. Neşmîl Qasimlo, biraziya Dr. Abdulrahman Qasimlo, bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got: “Li Îranê hêzên ku dixwazin Kurdan ji hev cuda bikin hene. Em Kurd gava ji hev cuda dibin, lawaz dibin. Yanî gava em cuda ne lawaz in, gava em yek in bi hêz in. Divê mirov pir baldar be. Em gava bi hev re ne bi hêz in, lê gava kesek bixwaze me sor bike, em dikarin tavilê bibin dijminê hev. Êdî Kurdan dît ku yekbûn çiqas girîng e.”

Dr. Neşmîl Qasimlo ya 72 salî ku li Ewropayê dijî, biraziya Dr. Abdulrahman Qasimlo ye; yek ji navên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurd ku di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Viyanayê di dema muzakereyên bi nûnerên rejîma Îranê re di encama suîqestekê de hatibû qetilkirin. Dr. Neşmîl Qasimlo ji sala 1997’an û vir ve bi heyetên cuda serdana herêmên Kurdan dike, binpêkirinên mafan li cihê wan lêkolîn dike û rapor dike.

Neşmîl Qasimlo diyar kir ku ew demeke dirêj e bi awayekî periyodîk serdana herêmê dike û bi saziyên civakî yên sivîl, komele, weqf û partiyên siyasî re tê cem hev û guh dide binpêkirinên mafan.

Qasimlo anî ziman ku di serdanên xwe yên ji sala 1997’an û vir ve de bûye şahidê guherînên girîng û wiha axivî:

“Ez demeke dirêj e têm Tirkiyeyê. Em tên rewşa mafên mirovan û tiştên asayî çavdêrî dikin. Em bi STKyan re hevdîtinan dikin û ew ji me re qala tiştên ku dijîn û zehmetiyên dikişînin dikin. Dema em tên, em bi weqf, komele, partî û STKyan re hevdîtinan dikin. Ez ji sala 1997’an ve têm. Di vê demê de gelek tişt guherîn. Wê demê ku ez dihatim, partiyên Kurd tune bûn, her tim dihatin girtin; lê niha em di parlamentoyê de ne. Em bi vê rewşê pir şa bibûn. Ev gavên pir mezin bûn. Lê berê valakirina gundan, koçberkirina mirovan demên pir xirab bûn. Lê bi baweriya min, niha mafên Kurdan ne pir baş in, lê Kurd gav bi gav dimeşin û dema dimeşin jî riya xwe sererast dikin. Yanî dema dimeşin dibin rê. Ev tişt pir bi dilê min e. Ji ber ku bêyî ku bêjin ‘bila dewlet vî tiştî bike, bila dewlet wî tiştî bike’, bêyî ku li benda dewletê bin dimeşin. Tiştên ku girîng dibînin dikin, realîteyê bi heqîqetê re dighînin hev û didin jiyandin.”

‘Kurd riya xwe xêz dikin’

Neşmîl Qasimlo diyar kir ku yek ji binpêkirinên mafan ên herî berbiçav ên li herêmê, qedexeyên li ser zimanê dayikê ne û bal kişand ser ku Kurd di warê perwerde û qada giştî de nikarin zimanê xwe bi azadî bi kar bînin. Qasimlo destnîşan kir ku astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê di dibistanan de berdewam dikin û ev rewş di warê maf û azadiyên bingehîn de pirsgirêkek cidî ye.

Qasimlo her wiha behsa binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de jî kir û taloqkirina berdana girtiyên ku bi salan in di girtîgehê de ne bi hincetên cuda, wek “îşkenceya ruhî” bi nav kir.

‘Ji bo Tirkiyeyê dikare bibe qezenceke mezin’

Neşmîl Qasimlo anî ziman ku pergala demokratîk a li Rojava hatiye avakirin ezmûneke girîng pêşkêş dike û diyar kir ku li Tirkiyeyê jî derfetên demokratîkbûnê ji bo Kurdan hinekî pêş ketiye. Qasimlo wiha got:

“Li Rojava pergaleke demokratîk hat avakirin. Li Tirkiyeyê jî ji bo Kurdan bêtir derfetên demokratîkbûnê derdikevin. Ez Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku dest pê kiriye, pir xweş û erênî dibînim. Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe, dikare ji bo Tirkiyeyê bibe qezenceke mezin. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ger aştî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bê, dê bibe destkeftiyek pir mezin. Tevgera Kurd gavan davêje, lê ji aliyê din gavên kêm tên. Di vê şerê sed salî de ku Kurdan tê de jiyaye, divê mafên xwe bi garantiya qanûnî û destûrî biparêzin. Divê ev bibe destûrî (anayasallaşmalı) da ku dilê Kurdan rihet bibe. Ger ev nebe, her carê yekî tê û wan mafan dîsa ji destê wan digire. Lê ger ev maf werin garantîkirin, ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mafên din jî dibe feyde. Ev ne îmtiyaz e, ji ber neheqiya sedsalê ye ku me ditiye. Ger ev maf neyên garantîkirin, bawerî jî çênabe.”

‘Pêvajo dê bigihîje serkeftinê’

Neşmîl Qasimlo diyar kir ku Kurd êdî ji têkoşîna mafan paşve gav navêjin û destnîşan kir ku veguherîna civakî dikare serbixwe ji gavên dewletê jî pêş bikeve:

“Bi baweriya min pêvajo dê bi ser bikeve. Ji ber ku Kurd êdî dev jê bernadin. Hewce nake mirov li benda dewletê bibe. Her gava ku tu davêjî, heqîqetekê diafirîne. Û ev her ku diçe zêde dibe. Mesela, ger ji Diyarbekirê re bê gotin ‘Amed’, ev dibe heqîqetek. An jî ger hemû Kurd bi Kurdî biaxivin û zarok di dibistanan de bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, kes nikare vê yekê berevajî bike. Di salên 90’î de Kurdan nizanibûn bê ka kî ne. Lê niha çanda xwe, zimanê xwe û zanistê dijîn. Di vê pêvajoyê de jin kirdeyek (özne) pir girîng in. Ji ber ku hemû Rojhilata Navîn bi zîhniyeta patrîarkal (baviksalarî) tê birêvebirin. Divê em jin ligel mêran ji bo vê riyekê bibînin. Her ku jin xwe nas bikin û gavên xwe biavêjin, dê di vê pêvajoyê de paşve neçin. Ne tenê jin, divê mêr jî gavên xwe biavêjin.”

Qasimlo anî ziman ku ramanên Abdullah Öcalan li ser civaka Kurd bibandor in û got: “Ez biryara PKK’ê ya ku bi taybetî çekan deyne, wekî rewşek baş dinirxînim. Lewma heq li aliyê Kurdan e. Dema têkoşîna bêçek dest pê dike û aliyê din çekan bi kar tîne, neheqî dibe para aliyê din. Ger Abdullah Öcalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe, pêvajo pir çêtir tê meşandin. Ev dê bibe nîşaneya samîmiyeta li hemberî gelê Kurd. Heya niha ev nehatiye dîtin. Lê Tirkan heya niha her tim ji Kurdan re got ‘terorîst’. Niha ber bi aştiyê ve diçe û ev ji bo Kurdan jî pir zehmet e. Danîna çekan ne lawazî ye, bi hêzbûn e. Ji ber ku Kurd li her derê ne. Erê, wan mafên xwe hîn bi temamî negirtine lê dikarin xwe îfade bikin. Kurd êdî ne gelê ku nayê naskirin e, êdî gelekî pir mezin e.”

‘Em gava yek dibin bi hêz in’

Neşmîl Qasimlo diyar kir ku pêvajoya ku tê meşandin dê tenê bi Tirkiyeyê sînordar nemîne û got ku atmosfereke aştiyê ya ku li Rojhilata Navîn pêk were dê di asta gerdûnî de jî encamên girîng bide. Lê belê Qasimlo anî ziman ku nîqaş heye bê ka ev aştî bi rastî tê xwestin yan na û bal kişand ser helwesta aktorên navneteweyî, bi taybetî ya DYAyê û Ewropayê:

“Li Îranê hêzên ku dixwazin Kurdan ji hev veqetînin hene. Em Kurd gava ji hev cuda dibin, lawaz dibin. Yanî gava cuda ne lawaz, gava yek in bi hêz in. Divê mirov pir baldar be. Em gava bi hev re ne bi hêz in, lê gava hinek bixwazin me sor bikin, em dikarin tavilê bibin dijminê hev. Lê Kurd êdî bi vê yekê hesiyan. Êdî Kurdan dît ku yekbûn çiqas girîng e. Abdullah Öcalan di parastinên xwe de bi taybetî balê dikişîne ser vê yekê. Êdî her kesî qebûl kir ku Kurd li çar parçeyan dijîn, dîtin ku hatine parçekirin. Berê ev ne dihat axaftin û ne dihat dîtin, lê niha tê axaftin. DYA dibêje, ‘hûn xwîna xwe birêjin ez ê alîkariya we bikim’ û gava karê wan diqede jî tavilê diçin. Lê ji me re ne DYA, aştî û aramiya herêmî lazim e. Divê em riyên vê aştiyê bibînin. Lê dema em vê dikin, divê em ji bîr nekin ku em kî ne. Apê min jî digot, ‘ji bo Îranê demokrasî, ji bo Kurdistanê otonomî’. Ev slogana wî pir di cih de bû. Ez li vir bi tiştên ku Kurdan kirine serbilind im û dibêjim têkoşîna xwe bidomînin, dev jê bernadin.”

/Çavkanî: ÎlkeTv/

Van jî bibîne

 

Mordem Zel: Di navbera Bawerî, Mîmarî û Parastinê de
Li Serhedê ji bo Wêjeya Kurdî Gaveke Nû: KURDÎWAR Hat Damezrandin

Nûçeyên Sereke