🔴Ev diyaloga di navbera Sebastîan û Ezbeniyê wî de, mîna neynikeke tûj e ku li rûyê nakokiyên kûr ên civakî, olî û polîtîk dixe.
Nivîs, bi rêya aqilê selîm ê xulamekî û baweriya tîpîk a serdestekî, pirsên herî giran ên mirovahiyê—wekî edalet, wekhevî û wateya pîroziyê—vedike nîqaşê. Sebastîan, bi mentiqekî sade lê xurt, paradoksa di navbera “edaleta îlahî” û “rastiya jiyanê” radixe ber çavan; ew bi wêrekî dipirse ku çima “şehîdbûn” her tim para feqîran e, lê “serwerî” û “luks” para qralan e.
Ev nivîsa anonîm ku di nav gel de wekî “efsaneyeke înternetê” tê naskirin, rexneyeke sîstematîk li dijî wê pergala ku pîroziyan ji bo parastina berjewendiyên çîna serdest bi kar tîne, pêşkêş dike. Di hundirê van hevokan de, em dibînin ku Sebastîan ne tenê xulamek e, belkî dengê wijdanê windabûyî û nûnerê rastiya kolanê ye. Ew Xwedayê ku tenê di pirtûkên dewlemendan de edaletê belav dike nas nake; ew tenê nallbend Morîs û bavê ku kurê wî di şer de miriye nas dike. Ev nêzîkatî, xwendevan neçar dike ku careke din li ser têgehên “çarenûs” û “edaletê” bifikire û bipirse: Gelo edalet tenê ji bo yên ku xwedî hêz in hatiye pênasekirin?
— Tu dizanî Sebastîan, carinan ez ji Xwedê qet fêm nakim.
— Xwedê ezbenî? Kîjan Xwedê?
— Ew çi gotin e Sebastîan? Ma çend Xwedê hene?
— Ez nizanim ezbenî. Li gorî we çend hene?
— Helbet yek heye Sebastîan. Ew Xwedayê ku em nas dikin; ewê ku edaletê pêk tîne.
— Edalet ezbenî? Kîjan edalet?
— Edaleta li ser rûyê erdê û ya li dinyaya din, Sebastîan.
— Ezbenî, min bibaxşînin lê ez li ser rûyê erdê tu edaletê nabînim.
— Tewş neaxive Sebastîan! Helbet li ser rûyê erdê edalet heye.
— Bi baweriya min nîn e ezbenî.
— Çima tu weha difikirî Sebastîan?
— Çimkî heke edalet li ser rûyê erdê hebûya ezbenî, kurê yekta yê gundiyekî feqîr di şer de nedimira û kurên qral jî îro sax nedibûn. Çimkî ew kurê yekta, ji bo ku kurên qral di nav rehetî û luksê de bijîn mir.
— Tewş neaxive Sebastîan! Ew kurê feqîr ji bo welatê me mir û bû şehîd. Şehîdî, rûtbeya herî bilind e ku mirovek dikare bigihîje. Şehîdî ji qraltiyê jî bilindtir e.
— Nexwe ezbenî, qral hezretî qet ji kurên xwe û ne jî ji xwe hez nake.
— Çima te weha got Sebastîan?
— Çimkî rûtbeyeke bilind mîna şehîdiyê li wir sekiniye, lê ew tenê bi qraltiyê razî dibe ezbenî.
— Ez ji te fêm nakim Sebastîan. Tu dixwazî çi bibêjî?
— Tenê rastiyan ezbenî.
— Tu dîn bûyî Sebastîan. Xwedê aqil bide te.
— Kîjan Xwedê ezbenî? Ewê ku edaletê belav dike? An ewê ku li hemberî vê qasî neheqiyê qet xwe nalivîne?
— Tu çi beredayî dipeyvî? Tenê Xwedayek heye. Ma tu wî nas nakî?
— Mixabin ezbenî, di nav nasên min de qet Xwedê tine. Jixwe nasên min pir nîn in. Xulamê qonaxa cîran Filip, nallbendê gundê me Morîs û gundiyê feqîr ê ku kurê wî di şer de mirî nas dikim. Lê ez tu Xwedê nas nakim. Gelo hûn nas dikin?
Nîşe: Ev nivîs di medyaya civakî de her çend ji bo Charles Bukowskî tê nîşandan jî, di rastiyê de nivîseke anonîm e. Ev diyalog wekî “efsaneyeke înternetê” tê naskirin.
/Hasbey Koksal/










