Hesabê Nûpel Kurdî yê X’ê li Tirkiyeyê hate astengkirin

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Di demeke ku zextên li ser çapemeniya azad û kurdî zêde dibin de, biryareke nû ya qedexekirinê hate girtin. Hesabê me yê fermî yê platforma nûçeyan a Nûpel Kurdî li ser tora civakî ya X’ê (Twitter), ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê hate girtin.

Piştî astengkirinê, bikarhênerên ku dixwazin ji Tirkiyeyê têkevin hesabê me yê Nûpel Kurdî, bi hişyariya “Ev hesab li Tirkiyeyê hatiye astengkirin” re rû bi rû dimînin. Ev biryar wekî berdewamiya polîtîkayên “bêtehemûliya li dijî kurdî” û hewildana bêdengkirina saziyên çapemeniyê ya kurd e

Girtina hesabê me yê Nûpel Kurdî ne bûyereke serbixwe ye; di salên dawî de bi sedan malper, hesabên medyaya civakî û saziyên nûçeyan bi biryarên dadgehên Tirkiyeyê hatine astengkirin. Armanca van biryaran ew e ku:

• Pêşî li belavbûna nûçeyên rast bê girtin.

• Ziman û çanda kurdî ji qada dîjîtal were dûrxistin.

• Alternatîfên agahdarkirinê yên civakê werin tune kirin.

Em weke Nûpel Kurdî destnîşan dikin ku ev yek binpêkirina mafê agahdarkirinê û azadiya ramanê ye. Tevî hemû astengiyan jî, em ê weke çapemeniya kurd dê bi rêyên alternatîf gihandina nûçeyan ji bo xwendevanên xwe bidomînin.

“Ev astengî nîşana tirsa ji rastiyê û zimanê kurdî ye. Lê rastî nayê veşartin.”

 

 

Van jî bibîne

 

Di şerê Îranê de roja 35’an: 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Eraqçî Bersiv Da Trump: “Êrişên Li Ser Sivîlan Îraniyan Neçarî Teslîmbûnê Nake”

Nûçeyên Sereke