Ji Krîza Globalîzmê Ber Bi Tevgerek Nû Ve
🔴Donald Trump di siyaseta cîhanê de êdî ne tenê navê serokekî ye; ew nîşaneya şikestineke kûr û dîrokî ya pergala heyî ye. Heke em wek şoreşger û demokrat, veguherînên xwe yên teorîk û polîtîk li gorî vê serdemê nû nekin, her roja ku derbas dibe em ê ber bi tarîtiyeke kûrtir ve biçin.
Globalîzm û Vegera Neteweperestiya Tundrew
Globalîzm (gerdûnîbûn) îro rûyekî nû nîşanî me dide. Em di nav demajoyekê de ne ku mîna serdema piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, krîzên aborî û civakî rê li ber tevgerên neteweperest-faşîst vedikin. Donald Trump, bi taybetî piştî windakirina hilbijartinan û hewldana “mekanîzmaya darbeyê”, nîşan da ku faşîzm êdî li navenda demokrasiya lîberal (DYA) bi cih bûye.
Ev kitleya (gireya) fanatîk a ku li dora Trump kom bûye, ne encameke tesadufî ye. Partiya Komarparêz a DYA’yê, ji xeta xwe ya muhafazakar a klasîk qut bû û veguherî kitleyeke rastgir a tundrew. Di welatekî emperyalîst mîna Amerîkayê de, ev guherîn wê li seranserê cîhanê bibe xwedî bandorên domdar.
Ji Dîrokê Ders: Hişyariya Kominternê û “Sosyal-Faşîzm”
Heke em li kûrahiya dîrokê binerin, em ê bibînin ku ev metirsî berê jî hatibû nîşandan. Kongreya 4’an a Kominternê, hîn 11 sal beriya ku Hitler bibe desthilatdar, li ser xetereya faşîzmê ya li welatên wekî Almanya, Polonya û Amerîkayê hişyarî dabû.
Di wê serdemê de, helwesta dudil a partiyên sosyaldemokrat bû sedema teza “Sosyal-Faşîzmê”. Stalîn di raporên xwe de destnîşan dikir ku:
“Faşîzm tenê kategoriyek leşkerî nîn e; ew rêxistina şer a burjuvaziyê ye ku pişta xwe dide bêdengî an jî piştgiriya sosyaldemokrasiyê.”
Tevgera Kurd û Eniya Ked, Aşîtî û Azadiyê
Tevgera Demokratîk a Kurd ev guherînên gerdûnî bi rengekî nisbî zû tespît kirin. Di vî warî de ezmûna sala 1995’an û avakirina “Bloka Ked, Aşîtî û Azadiyê” (di bin sîwana HADEP’ê de) xaleke werçerxê ye. Ew serdem, hewldana yekemîn a “eniyê” bû ku Tevgera Kurd, kedkar û sosyalîst li ser zemînekî hevpar anîn cem hev.
Yekbûna dînamîka Kurd bi hêza çîna karker û sosyalîzmê re, îro jî ji bo sekinandina pêla faşîzmê mifteya sereke ye. Ji bo ku em ji van şikestinên dîrokî derban nexwin, divê em vê “ruhê eniyê” bi teoriyeke nû ya sedsala 21’emîn tacîdar bikin.
/Bülent Tekin/










