Dinyayê Şermezar Kir, DYAyê Parast: Êrîşên Li Ser Libnanê Didomin

CîhanNûçe

🔴Tevî ku di navbera Îran û DYAyê de li ser agirbesteke demkî ya du heftîyî lihevhatin çêbûbû, Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Libnanê dijwartir kirin. Di encama êrîşên herî giran ên demên dawî de 254 kesan jiyana xwe ji dest da û li Libnanê şîna neteweyî hate ragihandin.

NAVENDE NÛÇEYAN (Nûpel) – Îsraîlê tevî peymana agirbestê ya ku bi Îranê re hatibû destpêkirin, paytext Beyrût û gelek herêmên Libnanê bi giranî bombebaran kirin. Ev êrîş wekî “êrîşên her herî dijwar” ên piştî 2yê Adarê hatin qeydkirin. Di nava rojekê de 254 sîvîl hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li Libnanê Şîna Neteweyî

Hikûmeta Libnanê ji ber qurbanîyên zêde, roja Pêncşemê (9ê Avrêla 2026an) wekî roja “şîna neteweyî” ragihand. Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam dîyar kir ku ji ber kuştina bi sedan sîvîlên bêparastin, hemû saziyên fermî dê bêne girtin û alên welat bêne daxistin.

Hizbullahê Bersiv Da

Hizbullahê ragihand ku ji bo parastina gelê Libnanê û wekî bersivek li dijî binpêkirinên Îsraîlê, wan bi roketan êrîşî niştecihê Manara yê li bakurê Îsraîlê kiriye. Hate zanîn ku ev êrîş, piştî ragihandina agirbestê yekemîn çalakiya çekdarî ya Hizbullahê ye.

Bertekên Navneteweyî: “Komkujî û Binpêkirina Hiqûqê”

Fransa: Serokkomar Emmanuel Macron êrîşên Îsraîlê bi tundî şermezar kir û dîyar kir ku ev êrîş agirbesta di navbera DYA û Îranê de dixe metirsîyê. Macron destnîşan kir ku divê Libnan jî bibe parçeyek ji vê agirbestê.

Neteweyên Yekbûyî (NY): Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Volker Türk, êrîş wekî “komkujî” pênase kir û got: “Piştî çend saetan ji agirbesta bi Îranê re, pêkanîna vê qetlîamê nayê fêmkirin.”

Sûrîye û Uman: Her du welatan jî êrîş wekî “sûcê şer” û binpêkirina serwerîya Libnanê şermezar kirin û banga parastina sîvîlan kirin.

Yekîtîya Ereban: Sekreterê Giştî Ehmed Ebû Gayt piştgirîya xwe ya ji bo gelê Libnanê nîşan da.

Helwesta DYAyê: “Agirbest Libnanê Nahewîne”

Alîkarê Serokê DYAyê JD Vance, daxuyanîyeke balkêş da û dîyar kir ku agirbesta bi Îranê re Libnanê li xwe nagire. Vance got: “Me qet sozeke wisa neda. Îsraîlê tenê ji bo serkeftina muzakereyan hinekî paşvekişîn pêşniyar kiribû, lê ev ne parçeyek ji peymanê ye.”

Pêvajoya Agirbestê

Serokê DYAyê Donald Trump di 8ê Nîsanê de ragihandibû ku bi şerta vekirina Tengava Hurmuzê, agirbesteke 2 heftîyî bi Îranê re hatiye qebûlkirin. Lê belê helwesta Îsraîlê ya li ser Libnanê, hêvîyên ji bo aştiyeke berfireh li herêmê lawaz dike.

Van jî bibîne

 

Piştî 23 Salan: Hewlên Vejandina Rejîma Baasê û Metirsiya Vegera Serdema bi Xwîn
Li Tengava Hurmizê Krîza Mayînan: Agirbest di Metirsiyê de ye

Nûçeyên Sereke