Di şerê Îranê de roja 35’an: 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da

CîhanNûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên li ser Îranê di roja 35’an de berdewam dikin. Di êrîşên hewayî yên ku tevahiya şevê de dom kirin de, herî kêm 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYA’yê de di roja xwe ya 35’an de bê navber didome. Şerê ku bi şev dîsa dijwar bû, bi êrîşên hewayî berdewam kir. Balafirên şer ên DYA û Îsraîlê, duh di nava rojê de Îsfehan û gelek bajarên din kirin hedef. Ji bilî baregehên Artêşa Pasdarên Şoreşê, baregehên Besîc, pergalên binesaziyê, navendên hilberîna fuzeyan û tesîsên nukleerî ku ji rojên pêşîn ên şer ve têne hedefgirtin; duh bi şev Pira B1 ku bajarê Karajê bi Tehranê ve girê dide jî bû hedefa êrîşan. Hat ragihandin ku pir bi qismî hilweşiyaye û di bûyerê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 100 kesî jî birîndar bûne.

Pasdarên Şoreşê ragihandin ku wan zêdetirî 100 êrîşên hewayî birine ser bajarên Îsraîlê û baregehên DYA’yê yên li herêmê. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji ber êrîşên hewayî yên Îranê bajarê Tel Avîvê hatiye hedefgirtin. Her wiha hat ragihandin ku fuzeyeke balîstîk li herêma Petah Tikva ketiye. Pasdarên Şoreşê ragihandin ku wan êrîşî binesaziya navenda daneyan û karkirina agahiyan a şîrketa Amerîkî “Oracle” ya li Îmaratê (BAE) kiriye.

LUBNAN Û YEMEN

Îsraîl êrîşên xwe yên li Lubnanê yên li dijî Hizbullahê domandin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên 24 saetên dawî de, ku sivîl jî di nav de ne, 27 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi vê hejmarê re hejmara giştî ya miriyan derket hezar û 300’î.

Êrîşên hewayî yên hêzên Hizbullahê yên li ser Îsraîlê jî berdewam dikin. Yemenê jî ku ragihandibû tevlî şer bûye, tevahiya şevê êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê domandin. Rayedarên Hûsiyan hişyarî dan ku eger welatên Kendavê tevlî şer bibin, ew dikarin Tengava Bab-ul Mendeb bi temamî bigirin.

Medyaya Îranê îdia kir ku wan balafireke şer a DYA’yê xistiye. Îranê bi şev êrîşên xwe yên li ser welatên Kendavê jî domandin. Piştî êrîşa Îranê ya ku tankên sotemeniyê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Kuveytê kir hedef, li herêmê şewat derket. Her wiha hat diyarkirin ku li gelek herêmên Qeter û Kuveytê dronên Îranê hatine astengkirin û li Urdunê jî li dijî baregehên DYA’yê êrîş hatine kirin. Medyaya Îranê diyar kir ku grûba bi navê Kataîb Jund al-Karar a ku nû li Sûriyeyê hatiye avakirin, bi drona êrîşî Baregeha Hewayî ya El-Jafah H5 a li Urdunê kiriye.

Li Îranê tevî êrîşan, sînorên li ser înternetê û binpêkirinên mafan ên rejîmê jî berdewam dikin. Li gorî agahiyên Iran Human Rights Society (Komeleya Mafên Mirovan a Îranê), rejîma Îranê di 3 mehên dawî de 657 kes îdam kirine.

ÎRAN ÊRÎŞÊN LI SER HÊZÊN KURD BERDEWAM DIKE

Îranê, di seranserê sînorê Herêma Kurdistanê de, ber bi gundên nêzî herêmên Kurdan û herêmên çiyayî ve, bi TIR’ên sivîl fuzeyên menzîl-navîn û dron sewq kirin. Bi şev li nêzî Hewlêrê teqînên dijwar pêk hatin. Hat ragihandin ku ev teqîn ji ber êrîşên dronên Îranê ne ku baregehên DYA’yê û nuqteyên leşkerî yên di bin kontrola hêzên Kurd de ne, hedef girtine.

Dema ku li welat windahiyên sivîl û hejmara birîndaran her ku diçe zêde dibe, Heyva Sor a Îranê hişyarî da ku hewcedariyên bijîşkî bi lez zêde dibin û dabînkirina malzemeyan di bin xetereyê de ye.

DAXUYANIYÊN ALIYAN

Daxuyaniyên berevajî yên aliyan ên li ser êrîş û îdiayan berdewam dikin. Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî, têkildarî êrîşên ser binesaziyê û Pira B1 ya navbera Tehran-Karajê de got: “Lêdana binesaziyên sivîl û pirên neqediyayî, Îranê neçarî teslîmiyetê nake.”

Ji aliyê din ve Erakçî îdiayên Trump ên ku gotibû “em hevdîtinên cidî dikin” derewand û got ku niha zemînekî muzakereyê bi DYA’yê re tune ye û bawerî “sifir” e. Erakçî dubare kir ku Îran dê Tengava Hurmuzê li hemberî DYA û Îsraîlê “demdirêj” girtî bigire.

Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got: “Îsraîlî dê tiştê ku ez dibêjim bikin.”

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî daxuyaniyek da û got: “Her çend artêşa me ya herî mezin û bi hêz a cîhanê hebe jî, me hîna dest bi tunekirina mayînên li Îranê nekiriye. Hedefa din pir in, piştre santralên elektrîkê! Rêbertiya rejîma nû dizane divê çi were kirin û divê ev yek bi lez were kirin.”

Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê Casim Mihemmed el-Budeyvî diyar kir ku konsey dixwaze bi Îranê re peywendiyên asayî deyne û hemû pirsgirêkên ewlehiyê bi awayekî şefaf çareser bike.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi got ku heta şer bi dawî nebe, bêîstîkrariya li Tengava Hurmuzê dê berdewam bike. Bihayê petrolê zêde bû, bihayê bermîla petrola Brent ji sedî 7 zêdetir bû û derket ser 109 dolaran.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Ashabul Kehf Berpirsyariya Êrişên li Herêma Kurdistanê Girt Ser Xwe
Eraqçî Bersiv Da Trump: “Êrişên Li Ser Sivîlan Îraniyan Neçarî Teslîmbûnê Nake”

Nûçeyên Sereke