🔴AMED – Piştî ragihandina beşdariya hunermend Zeynep Casalînî di Newroza Amedê de, li ser medyaya civakî pêleke mezin a nerazîbûnê derket holê. Daxuyaniya Casalînî ya “ez apolîtîk im” agirê nîqaşan geştir kir û gelê Amedê bang li Komîteya Amadekar kir ku bernameyê betal bike.
Piştî ku navê hunermend Zeynep Casalînî di lîsteya hunermendên Newroza Amedê de cih girt, li ser platformên medyaya civakî bi sedan welatiyan bertekên tund nîşan dan. Casalînî bi vîdeoyekê bersiv da rexneyan, lê gotinên wê yên derbarê “bêalîbûnê” de bûn sedema krîzeke nû.
“Newroz ne Karnaval e, Qada Têkoşînê ye”
Zeynep Casalînî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew “xwezaparêz û zindîparêz” e û got: “Di mijara siyasetê de ez bêalî me, ji kuştin û şer dûr im.” Ev pênaseya hunermendê ji aliyê derdorên Kurd ve wekî “xemsariya li hemberî nasnameya Newrozê” hat nirxandin.
Welatiyan bi durûşma “Newroz ne Karnavala Rio ye” nerazîbûn nîşan dan û xalên sereke yên rexneyan wiha rêz kirin:
• Temsîliyeta Siyasî: Newroz ji bo Kurdan ne tenê şahiyek, lê qadeke siyasî ya hebûnê ye. Welatiyan pirsîn: “Heke tu bêalî yî, li ser dika partiyeke siyasî (DEM Partî) çi digerî?”
• Xwezaparêziya “Bijarte”: Rexne li Casalînî hatin girtin ku dema daristanên Cûdiyê dihatin şewitandin dengê xwe dernexistiye, lê niha behsa xwezaparêziyê dike.
• Ked û Berdêl: Hat destnîşankirin ku li şûna hunermendên popê, divê hunermendên Kurd ên ku di oxira huner û nasnameya xwe de berdêl dane derkevin ser dikê.
“Heqaret li Îradeya Gel e”
Pela duyem a nerazîbûnan bi taybetî li ser “nasnameya Amedê” sekinî. Di gelek şîroveyan de hat diyarkirin ku dika Newroza Amedê cihekî pîroz e û kesên xwe “apolîtîk” pênase dikin, nikarin ruhê wê qadê temsîl bikin.
“Me bi hezara cangorî dane heta em gihîştine vê astê. Hunermendek ku dibêje ‘ez bêalî me’ nikare li ser dika ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, stranan bêje. Ev heqaret e li îradeya gel.” – Daxuyaniya welatiyekî li ser medyaya civakî.
Alternatîfên bi Qerf: “Tiworlu Îsmaîl ji Casalî çêtir e”
Beşek ji bikarhêneran bi şêwazekî mîzahî (qerf) bal kişandin ser xerîbiya Casalînî ji bo qada Newrozê. Di şîroveyan de hat gotin ku: “Heke we Tiworlu Îsmaîl an Ajdar bang bikira, dê çêtir bûna; qenebe ew ji vê çandê ne.”
Bang li DEM Partiyê: “Siyaseta Popê Bi dawî Bikin”
Rexneyên herî giran berê xwe dan Komîteya Amadekar a Newrozê û DEM Partiyê. Gel daxwaz dike ku Newroz ji cewherê xwe yê neteweyî neyê dûrxistin û neyê kirin qurbana “hunermendên popê”.
Heta niha ji aliyê Komîteya Amadekar ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê zextên li ser medyaya civakî ji bo betalkirina konsera Casalînî her ku diçe zêde dibin. Banga hevpar a gelê Amedê ev e: “Derdê me cuda ye, çîrokên we cuda ne. Bela wela ji me vekin!”










