Di Navbera Spor û Nasnameyê de Xeteriya Pişaftina Çandî

Nîvîskar

🔴HOGIR BERBIR – Amedspor ne tenê tîmeke futbolê ye; ew ji bo gelê Kurd sembola nasname, çand, rûmet û berxwedanê ye. Ev tîm di dilê milyonan de wekî temsîla hebûna kurdî cih digire. Ji ber vê yekê, divê Amedspor di her warî de —ji dirûşm û stranên li stadyûmê bigire heta medyaya civakî, ji xemilandina qadê heta zimanê ku di nav lîstikvan, rêvebir û alîgiran de tê bikaranîn— bi awayekî bihişmendî û kurdewarî tevbigere.

Ger hewldanên li dora vê tîmê bi kurdî nebin, ger zimanê kurdî di stran, marş û çalakiyên wê de cihê xwe winda bike, wê demê ev meşa bedew a îro dikare ji armanca xwe dûr bikeve û bi navê “fanatîkbûnê” veguherîne amûreke pişaftina çandî. Spor dikare bibe hêzeke mezin a yekgirtinê, lê heke çand û ziman di bin lingan de bimînin, ew ê bibe sedema windahiyeke mezin.

Mînaka Azad Bedran û “Berxwedan Xweş Doze!”

Yek ji mînakên herî berçav ên vê xeteriyê, straneke nû ya ku ji aliyê Azad Bedran ve hatiye amadekirin e. Ew stran li ser melodiya “Berxwedan Xweş Doze” ya Koma Agirî hatiye çêkirin, lê bi tirkî hatiye gotin. Ev stran ne tenê melodiyek e; ew bîreweriya “Hefteya Lehengiyê” (23-28ê Adarê) di nava xwe de dihewîne —serdemeke tijî berxwedan û nirxên şoreşgerî yên gelê Kurd.

Bi tirkîkirina vê stranê, rihê wê serdemê tê lawazkirin, wateya wê ya kûr tê valakirin û nifşên nû ji koka xwe ya çandî tên qutkirin. Ev ne cara yekem e ku stranên bi vî rengî tên bikaranîn. Berê jî hin hunermend û alîgirên siyasî stranên kurdî wekî amûra hilbijartinê bi kar anîne. Partiyên nekurdan an jî muxalif jî carinan van berheman li qadan digotin da ku dengê kurdan bi dest bixin.

Strana “Lê Amedê” ya ku ji bo bîranîna şehîd Wedat Aydin hatiye çêkirin, marşa Kerem Anqosî û stranên din ên Koma Agirî îro ji aliyê hin kesan ve tên valakirin. Ev kes bi rêya Amedsporê girseyeke fanatîk ava dikin, lê di heman demê de naveroka şoreşgerî, çandî û neteweyî ya van berheman dişêlînin û wan dikin amûrên pişaftinê.

Mîrateya Emînê Erbanî û Afirandina Nirxên Resen

Min berê jî di gotareke xwe de ev rewş rexne kiribû û mînaka gorbihûşt Emînê Erbanî anîbû ziman. Erbanî ne teqlîd dikir û ne jî gotinên qalibî dubare dikir. Wî bi dilê xwe yê paqij û bi hestên xwe yên resen digot: “Amedspor şampiyon e, Bursaspor kume ye…” û rastî jî wisa derket. Hunera rast ew e ku tu nirxên heyî biparêzî, wan bi rûmet bigirî û li ser wan tiştekî nû, afirîner û bi qîmet ava bikî; ne ku tu nirxên pîroz ji bo navûdengê pûç an jî berjewendiyên kesayetî serûbin bikî.

Têkçûna Hunerî û Wendakirina Çandî

Dema ku em tiştekî nû diafirînin, divê em nebin sedema xetimandin û xerakirina nirxên kevin. Ger em li mîrateya xwe ya çandî, zimanî û rihê berxwedanê xwedî dernekevin, em ê deriyê “rantê” ji bo kesên derfetperest û fersendparêz vekin. Kiryarên wekî yên Azad Bedran û yên mîna wî ne serkeftin in; berevajî vê yekê, têkçûneke hunerî ya mezin in.

Ev helwest ji bo çanda kurdî windahiyek e û di dawiyê de tenê xizmetê ji çanda serdest re dike. Bi kurtasî, em naxwazin huner bibe amûra pişaftinê. Divê Amedspor, hunermendên li dora wê û hemû alîgirên wê bibin parêzvanên zimanê kurdî, çanda kurdî û nirxên pîroz ên berxwedanê.

Çanda kurdî bi reseniya xwe û dewlemendiya xwe dikare hezar stranên nû biafirîne, bihûne û bigihîne berdestê hezkiriyan. Gelê kurd û hunermendên wî xwediyê wê dewlemendiyê ne ku Amedsporê bi dirûşmên kurdî û bi rihê kurdewarî bidin jiyîn. Bi vî rengî nifşên nû wê bi van nirxan mezin bibin, ne ku ji wan werin dûrxistin.

De fermo, bi vî rengî berdewam bike Azad Bedran; lê bizanibe ku dîrok vê “têkçûna hunerî” ji bîr nake û wê roj bê ku gelê Kurd li nirxên xwe xwedî derkeve.

 

 

Van jî bibîne

 

Starmer bersiv da Trump: ‘Ji bo berjewendiyên me divê em nêzî Ewropayê bibin’
Bizot: Bi hejmara xwe ya duyemîn derket

Nûçeyên Sereke