Di Lîga Şampiyonan de derba yekem: PSG û Atletico bi avantaj in

NûçeSpor

🔴NÛPEL – Duh bi şev di qonaxa çaryek-fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFA’yê de du maçên girîng hatin lîstin. Atletico Madrid li deplasmanê Barcelona birîndar kir, PSG’ê jî li malê fersendeke mezin bi dest xist.

Atletico Madrid li Nou Campê Bahoz Rakir

Li Spanyayê di “derbiya dewan” de Atletico Madrid bû mêvanê Barcelonayê. Di maça ku li Nou Campê hat lîstin de, tîma mêvan bi encameke zelal (2-0) serkeftin bi dest xist û ji bo tûra duyem derî nîvî vekir.

Bûyera ku qedera maçê guherand di deqeya 44’an de rû da; lîstikvanê Barcelonayê Cubarsi bi kartê sor ji lîstikê hat avêtin. Piştî vê kêliyê, stêrkê Arjentînî Julian Alvarez di deqeya 45’an de bi fîşekeke ji fîrekiştê (frikik) top şand tora Barcelonayê: 1-0.

Di nîveka duyem de tevî hemû hewildanên Barcelonayê jî gol nehat. Di deqeya 70’an de lîstikvanê ku nû ketibû lîstikê, Sorloth, gola duyem avêt û encama maçê diyar kir. Maça vegerê ya vê her du tîman dê di 16’ê Nîsanê de li Madrîdê bê lîstin. Tîma ku derkeve nîvfînalê, dê bibe reqîbê serkeftiyê maça Arsenal – Sportîng Lîsbon.

PSG li Parîsê bi Ser Ket: Liverpool Bêdeng Ma

Maçeke din a girîng a şevê li Fransayê di navbera PSG û Liverpoolê de hat lîstin. PSG’ê li ber çavê alîgirên xwe bi encama 2-0 Liverpool têk bir û avantajeke mezin beriya maça vegerê qezenc kir.

Golên tîma Fransî di deqeya 11’an de ji aliyê Doue û di deqeya 65’an de ji aliyê Kvaratskhelia ve hatin avêtin. Di tîma Liverpoolê de biryara teknîkî ya Arne Slot bal kişand; Slot, stêrkê Misirî Mohamed Salah di yedekan de hişt û tenê di deqeya 84’an de şand nav lîstikê.

Her du tîm dê di 13’ê Nîsanê de li Anfield Roadê bên pêşberî hev. Tîma ku derkeve nîvfînalê, dê bibe reqîbê serkeftiyê maça Bayern Munich – Real Madrid.

Di Rêya Şampiyoniyê de Astengiya Herî Mezin: Esenler Erok
Hişyariya Meteorolojiyê: Li 42 Bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Baran û Berf Tê

Nûçeyên Sereke