Di Hefteya Zimanê Dayikê de li Farqînê Hemleya “Du Zimanî”

Kurdi

🔴 AMED – Şaredariya Farqînê di hefteya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, xebateke mînak da destpêkirin. Şaredariyê ji bo balkişandina ser girîngiya zimanê dayikê, tabelayên navnîşanên bajêr bi du zimanan nû dike.

Tabelayên Nû: Bi Kurdî û Tirkî

Di çarçoveya vê xebatê de, li navçeya Farqînê ya bi ser Amedê ve, tabelayên tax, kolan û cadeyan ji nû ve hatin amadekirin. Di tabelayên nû de navên cihan hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî hatine nivîsandin.

Ev gava Şaredariya Farqînê ji aliyê welatiyan ve wekî xebateke girîng a ji bo parastin û geşkirina çanda herêmî hat pêşwazîkirin. Hat diyarkirin ku danîna tabelayan li gelek xalên cuda yên bajêr berdewam dike.

 

/Nûçe: Mordem Zel/

 

 

Van jî bibîne

 

Li Qoserê Rawestgeha Xwezayê: Çirava Emrûdê û Şopa Dîrokê
Ji Bo Dersên Bijarte yên Kurdî Dema Dawî 20’ê Sibatê Ye

Nûçeyên Sereke