🔴NÛPEL – Dema daneşîna doza Nevzat Bahtiyar ku di doza qetilkirina Narîn Guranê de tê darizandin, pevçûn derket.
Daneşîna Nevzat Bahtiyar ku di doza qetilkirina Narîn Guranê de tê darezandin, li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê birêve diçe.
Malbata Guran, Nevzat Bahtiyar û parêzerên herdû aliyan amade bûn.
Dema Bahtiyar îfade da, malbata Guran midaxele kirin û rageşî derket.
Şandeya Dadgehê malbata Guran ji eywana dadgehê derxistin û piştî îfadeya Bahtiyar diyar kir ku tiştên hevdû nagirin hene.
Daneşîn berdewam e…










