Dersîm: ‘Perperikên Usarî’ bi stranên Kurdî dilê guhdaran germ kir

🔴Projeya koroya zarokan a bi navê “Perperikê Usarî” (Perperikên Biharê) ku hunermend Zeynep Kiliçê bi rê ve dibe, li Dersîma Bakurê Kurdistanê konserek da.

NÛPEL – Gelek kes beşdarî konserê bûn. Zarokan bi zaravayên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî yên Kurdî û her wiha bi Tirkî stran gotin û temaşevanan demeke xweş derbas kir.

Hunermend Zeynep Kiliç bi xebatên xwe yên Kirmanckî tê naskirin.

Armanca vê koroyê ew e ku ziman û çandê bigihînin nifşên nû.

Kiliçê heta berî demekê di Şaredariya Dersîmê de xebatên çandî dimeşandin.

Tevî ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatiye derxistin jî ew xebatên xwe didomîne.

“Ez dê hewl bidim ku hîn bibim”

Baran Denizê ku di konserê de stranên Kirmanckî gotin wiha peyivî:

“Keko ez dixwazim hem lê bidim hem jî bi Zazakî bibêjim. Ez dixwazim hînî Zazakî bibim lê ez niha zêde nikarim. Ez dê hewl bidim ku hîn bibim.”

Asmîn Gungorê jî got, “Me bi zimanê xwe stranên Zazakî gotin û me li tembûrê da. Em gelekî spasiya we dikin ku hûn hatin.”

“Zimanê me mala me ye”

Metîn Gunel di çalakiyê de axivî û got, “Hemû zarokan bi zimanên xwe stran gotin.

Me jî li cem wan tembûr lê da. Daxwaza me ew e ku zarokên me bi zimanê xwe bipeyivin.

Zimanê me mala me ye. Heke mirov zimanê xwe ji bîr bike mala wî dirûxe.”

Xebatên ji bo parastina Kirmanckî

Zeynep Kiliça ku ji bo parastina zimanê Kirmanckî (Zazakî) bi salan e bi taybetî ji bo zarokan dixebite wiha got:

“Ez dixwazim ku zarokên me stranên me hîn bibin û bibêjin.

Li malên xwe bi dê û bavên xwe re bi zimanê xwe axivin.

Bila zimanê me bi pêş de herre û winda nebe, derdê me ev e. Klamên me diçin guhên wan.

Dibe ku niha nikaribin biaxivin lê di paşerojê de dê meraq bikin. Zarok zû fêrî ziman dibin.”

 

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Ji Bakurê Kurdistanê di 3 mehan de bi 32 milyon dolaran fistiq hatin hinardekirin
Biryara 688an: Mertala parastina Kurdan û bingeha statuya Herêma Kurdistanê

Nûçeyên Sereke