DBP’ê bertek nîşanî AVA TV da: ‘Dev ji helwesta înkarê berdin’

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê sansura ku AVA Media (TV) sepandiye ser wêneyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û bang kir ku “Divê ev helwesta înkarê ya ku rûmeta neteweyî birîndar dike, demildest were terkkirin.”

Navenda Nûçeyan a AVA Media ku li Herêma Kurdistana Federe weşanê dike, di nûçeyeke xwe de rûyê Abdullah Ocalan bi teknîka “blur” (filû) veşart û sansur kir. Li ser vê yekê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyeke nivîskî bertekên tund nîşanî vê nêzîkatiyê da.

‘Nêzîkatiyekî Metînger û Înkarker e’

DBP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev sansur ne tenê li ser wêneyekî ye û wiha got:

“Armancgirtina îradeya dîrokî ya Birêz Ocalan a ji bo aştî û çareseriya demokratîk, ne tenê tarîkirina wêneyekî ye; ev nêzîkatî bi polîtîkayên mêtingeriyê yên ku ziman, nasname û nirxên neteweyî yên gelê Kurd dikin hedef re wekhev e.”

‘Xizmeta Yekîtiya Neteweyî nake’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di demeke ku ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd hewildan hene de, helwesta saziyeke medyayê ya “Kurdistanî” nayê qebûlkirin:

Li dijî rastiya dîrokî ye: Ev hişmendiya sansurkar bi tu nirxên Kurdistanî re li hev nake.

Zirarê dide yekîtiyê: Ev helwest xizmetê ji yekîtiya neteweyî re nake, berovajî wê zirarê dide xebatên di vê rêyê de.

Pratîka ‘Judenrat’: Nêzîkatiya ku nirxên gelê xwe ji bo amûrên sansurê yên serdestan feda dike, wekî pratîka “Judenrat” (hevkarên dijmin) hat pênasekirin.

Banga ji bo AVA Media

DBP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li koma AVA Media kir ku dev ji vê helwesta ku rûmeta gel û îradeya wî rencide dike berde û got:

“Her nêzîkatiya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd tune dihesibîne, dê li hemberî îradeya gelê me ya neşikestî mehkûm bibe.”

/Çavkanî: MA/

Tanrikulu ji Wezîrê Dadê Gurlek Pirsî: “Gelo Hewildanek We Ji Bo Biryara DMME’yê Hebe?”
Guterres: Divê Amerîka û Îsraîl yekser şer rawestînin

Nûçeyên Sereke