Daxwaza Elewiyan ne xwarina qesrê, hemwelatiya wekhev e

Nûçe

🔴Bertek li dijî vexwendina “2yê Nîsanê” ya ji bo Cemxaneyan: “Hûn nikarin bi bangkirina qesrê, Elewiyan bixapînin!”

NÛPEL – Serokê Komeleya Çand û Cemxaneya Elewî Bektaşî ya Konyaaltiyê Tahsin Akpınar, bertek nîşanî vexwendinên Serokatiya Çand û Cemxaneyên Elewî Bektaşî ya ser bi Serokkomariyê da. Akpınar diyar kir ku dixwazin saziyên Elewiyan ji hundir ve parçe bikin.

Akpınar derbarê vexwendinên ku li ser navê Ali Arif Özzeybek —yê ku di nav Serokkomariyê de peywirdar e û yek ji damezrînerên Serokatiya Çand û Cemxaneyên Elewî Bektaşî ye— tên kirin de axivî. Wî destnîşan kir ku ev hewildan li ser saziyên Elewiyan bêbandor in.

Akpınar bertek nîşanî çalakiya di bin banê Serokkomariyê de da û wiha got: “Dema daxuyaniyên kesên mîna Reha Çamuroğlu ku di nav AKPê de siyaset dikirin û paşê digotin ‘niyeta van pir cuda ye’ li holê bin, divê ‘sêvên kurmî’ yên di nav me de dersê ji vê bigirin.”

“Desthilatdarî bi bikaranîna ‘düşkün’ên nav Elewiyan, dixwaze rêxistinên Elewiyan ji hundir ve xira bike”

Akpınar diyar kir ku hikûmeta AKPê nikaribûye rejîma ku dixwaze bixe meriyetê û got: “AKP dixwaze rêxistinên Elewiyan ên ku li hemberî rejîma wan hêzeke dînamîk in, xira bike. Sêvên kurmî yên di nav saziyên Elewiyan de bi kar tînin, bi wan re komeleyên cuda ava dikin û wisa nîşan didin ku qey ew nûnerên Elewiyan in.”

Akpınar bang li kesên di nav saziyên Elewiyan de ne kir û wiha domand: “Rewşa kesên mîna Reha Çamuroğlu li ber çavan e; bi gotina ‘ez ê pirsgirêka Elewiyan çareser bikim’ ketibû AKPê û paşê got ‘niyeta van pir cuda ye’. Divê kesên îro di wê rewşê de ne, dersê ji vê bigirin.”

“Hûn nikarin bi bangkirina qesrê Elewiyan bixapînin”

Akpınar bang li dewletê jî kir û got: “Hûn nikarin bi vexwendina Elewiyan a ji bo qesrê, Çankayayê an jî ji bo xwarinê, wan bixapînin. Elewî li vê welatî daxwaza demokrasiyê, mafê hemwelatiya wekhev û qanûnîbûna baweriyên xwe dikin; dixwazin dewlet baweriya wan nas bike.”

Akpınar anî ziman ku civaka Elewî li Tirkiyeyê xwedî avahiyeke birêxistinkirî û bi hêz e: “Pir Sultan Abdal, Weqfa Çandê ya Anadolu ya Hacı Bektaş Veli û komeleyên serbixwe yên mîna me hene. Hêzeke birêxistinkirî heye ku ji sedî 90ê civaka Elewî temsîl dike. Ev hêz ne tenê ji bo Elewîtiyê, lê di heman demê de li hemberî neheqiyên li ser navê edalet û demokrasiyê yên ji aliyê desthilatdariya îro ve tên kirin, têkoşînê dide.”

“Yên ku ji bo berjewendiyên xwe diçin qesrê, wê bibînin ka çawa hatine xapandin”

Akpınar destnîşan kir ku zarok ji ber baweriya xwe di dibistanan de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Heke hûn dixwazin yekparebûna vê welatî biparêzin û her kesî wekî hemwelatiyên wekhev bibînin, pêşî Wezîrê xwe yê Perwerdehiya Neteweyî ji peywirê bigirin û bikin Serokê Karên Diyanetê. Li serê Perwerdehiya Neteweyî kesekî ku rêzê li laîktî û makeqanûnê digire bînin.”

Akpınar destnîşan kir ku Elewî dê dest ji têkoşînê bernedin: “Yên ku ji bo berjewendiyên xwe diçin qesrê ser xwarinê, wê rojekê bibînin ka çawa hatine xapandin. Ez bang li mirovên saf û hestiyar dikim: Ji van kesan bawer nekin, li pey wan neçin. Ev kes ji bo firotina nirx û baweriyên civakê tevdigerin. Ez hêvî dikim ku ew dengê me bibîstên û ji vê xeletiyê vegerin.”

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Ji Meydana Çarçira Heta Îro: Banga Yekîtiya Qazî Mihemed
Rubio: Îranê bi şêwazekî cuda peyaman ji dişînê û daxwaza peymanê dikê

Nûçeyên Sereke