Rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xamineyî piştî ku dest bi erkê xwe kir daxuyaniya xwe ya yekem da.
Xamineyî destnîşan kir ku wan rê li ber hewldana perçekirina welêt girtiye û bangî gel kir ku yekgirtî bin.
Mucteba Xamineyî di daxuyaniya xwe de got, “Me rê li ber hewldana perçekirina welêt girt.
Bila hemû gelê me bibe yek. Ez we piştrast dikim ku em dev ji tola xwîna şehîdan bernadin.
Her takekî vî miletî ku şehîd dibe, ji bo tolhildanê dosyeyeke serbixwe ye, bi taybetî jî xwîna zarokên me yên li Dibistana Şecereya Teyîbeyê ya Mînabê.”
Xamineyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser mijara qerebûkirinê jî sekinî û got:
“Her wiha divê birîndar bêpere werin dermankirin û zererên madî werin qerebûkirin.
Em dê berdêlê ji dijmin bistînin, eger nede em dê bi heman endazeyê samanên wan têk bibin.”
/rd/










