DAIŞ’ê li rojhilatê Sûriyê êrîşî HSD’ê kir

Kurdi

Çekdarên DAIŞ’ê li rojhilatê Sûriyê êrîşî ser otomobîleke Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê kirin û di heman demê de jî Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek barhilgir şandin Rojavayê Kurdistanê.

Riwangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) destnîşan kir, çekdarên DAIŞ’ê li ser rêya ba Siwer û Ezba yên Dêra Zorê êrîşî otomobîleke HSD’ê kir û di encamê de 2 endamên HSD’ê birîndar bûn.

Li gorî rêxistinê, DAIŞ’ê ji destpêka îsal ve 5 êrîş li navçeyên HSD’ê pêk anîne û 5 endamên HSD’ê ji ber wê jiyana xwe ji dest dane.

Hevdem Hevpeymaniya Navdewletî ya berdewam ji vegera DAIŞ’ê bi tirse, bi 27 barhilgirên madeyên lojistîk û tendirustî şandin baregeha Qesrik ya rojavayê Hesekê.

/Jêder: Channel8/

Van jî bibîne

 

Kallas: Divê Ewrupa dijî gefên Rûsya berevanîya xwe xurt bike
Di êrîşên Tirkiyê de yên ser sivîlan li bendava Tişrîn’ê 4 kuştî û 15 birîndar hene

Nûçeyên Sereke