Dadgeha Îdareyê ya Sîwasê biryara ‘ÇED ne hewce ye’ betal kir

NûçeXweza

🔴Dadgeha Îdareyê ya Sîwasê, biryara “ÇED ne hewce ye” ya ku ji bo kana madenê ya selestîtê ya li gundê Dipsizgol a Koçgirî ya Sîwasê hatibû dayîn, betal kir.

KOÇGIRÎ (Nûpel) – Gundê Dipsizgol a ser bi navçeya Koçgirî ya Sîwasê û derdora wê, ji ber projeya kana madenê ya ku tê plankirin, bi gefeke cidî ya ekolojîk û civakî re rû bi rû ye. Gelê herêmê û platformên parastina jîngehê, li dijî projeya kana madenê ya xwêya stronsiyumê (selestît) ku ji aliyê şîrketa Barit Maden Türk A.Ş. ve tê xwestin bê çêkirin, doz vekiribûn. Piştî ku daxwaza rawestandina meşandina projeyê hatibû redkirin, serî li Dadgeha Îdareyê ya Sîwasê dabûn ku biryarê betal bike.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku her çend qada rûxsatê ya ji bo şîrketê 150 hektar be jî, qada serlêdana ÇED-ê wekî 24,92 hektar hatiye diyarkirin da ku di bin sînorê 25 hektarî de bimîne. Hat parastin ku ev yek ji bo xweveşartina ji mecbûriyeta Rapora ÇED-ê hatiye kirin û daxwaza betalkirina biryara “ÇED ne hewce ye” hat kirin.

Dadgeha Îdareyê ya Sîwasê serlêdan nirxand û biryara “ÇED ne hewce ye” betal kir.

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Figen Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe bû
Li Mexmûrê Mîhrîcana 18’emîn di Roja Duyem de ye: Pêşbaziyên Sporê bi Kelecan Derbas Bûn

Nûçeyên Sereke