Çapemeniya Îranê: Tehran hat bombekirin!

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îranê de cih girtine, tevî ku di navbera Îran û DYA’yê de peymana agirbestê ya 15 rojî hatibû morkirin, paytext Tehran hat bombekirin.

Hêj çend saet di ser agirbestê re derbas bibûn ku dengê teqînan li Tehranê bilind bû. Hat ragihandin ku piştî êrîşê, pergalên parastina hewayî yên li derdora paytextê ketine dewrê û li gelek deveran dengê teqînên dijwar hatiye bihîstin.

Têkildarî zirarên madî û windahiyên canî yên vê êrîşê heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve daxuyaniyeke zelal nehatiye dayîn. Hat destnîşankirin ku ev êrîş di demeke wiha de pêk hat ku li bendê bû agirbest alozîyê kêm bike.

Van jî bibîne

 

Li Wanê 4emîn Festîvala Kulîlkên Behîvê ya Axtamarayê dest pê dike
Hegseth: Madeyên Nukleer Divê Yekser Ji Îranê Werin Derxistin

Nûçeyên Sereke