🔴AMED (Nûpel) – Romana nivîskar Recep Dildar a bi navê “Leqat”, ku yek ji berhemên girîng ên wêjeya kurdî ye, bi çapa xwe ya sêyem ji aliyê Weşanên Dara ve hat weşandin.
Roman, xwendevanan dibe serdemeke dîrokî ya tije serhildan û hêvî. Dildar di vê berhemê de, bi taybetî bandora Serhildana Şêx Seîd û rêhevalên wî ya 1925’an a li ser civakê û derûniya kesên ku li dijî zilmê serî hildane, bi zimanekî hunerî û tesîrdar tîne ziman.
“Prodo Paşa Çinyo”: Banga Azadiyê
Di nav rûpelên romanê de, atmosfera dema ku Şêx Seîd berê xwe dabû Amedê bi hûrgulî tê teswîrkirin. Nivîskar balê dikişîne ser hêviya gel a ji bo xelasiya ji bin destê zordestiyê. Di romanê de qaçax, fîrar û murîdên ku bi dirûşma bi zaravayê dimilî “Prodo paşa çinyo” (Êdî paşa tune ye) ber bi bedenên Amedê ve diherikin, wekî sembola xewna avakirina jiyaneke nû û azad tên nîşandan.
Ji Çiyan Ber Bi Bedenên Amedê Ve
Recep Dildar di “Leqat”ê de tenê qala şer nake; ew qala xeyalên mezin ên “qesr û qonaxên” ku dê di şûna qûçên xerabûyî de ava bibin dike. Lehengên romanê bi hêviya ku bibin xwediyê “hikmet û dewletê”, ji çiyan dadikevin deştê û qefle bi qefle li ber bedewiya dîroka Amedê dicivin.
Çapa sêyem a vê romana ku bîra dîrokî û edebiyata modern a kurdî digihîne hev, niha li hemû pirtûkfiroşan û li ser malperên firotinê amade ye.










