🔴Lêkolîner û nivîskar Caner Canerîk, bal dikişîne ser rîtuela “Qere Çarşeme” û diyar dike ku guhertina navên taybet û rîtuelan, dibe sedema qutbûna pêwendiya bi dîrokê re.
DERSÎM (Nûpel) — Nivîskar û lêkolîner Caner Canerîk, di derbarê rîtuela ku di nav gel de wekî “Qere Çarşeme” tê naskirin de rexneyên girîng li nûçeyên dawî dike. Canerîk dide zanîn ku bikaranîna navê “Çarşeme Saye” li şûna “Qere Çarşeme” ne rast e û ev yek rîtuelê ji wateya wê ya resen dûr dixe.
“Navên taybet nayên guhertin”
Canerîk di nirxandina xwe de destnîşan dike ku ev rîtuel ji koka xwe ve wekî “Qere Çarşeme” tê binavkirin û wiha got:
“Di nûçeyan de pênaseya ‘Şae/Şaye’ tê bikaranîn, lê ev pênase di eslê xwe de nîne. Bo nimûne, cihekî ziyaretê yê bi navê ‘Qera Gawan’ heye; kes jê re nabêje ‘Gawane Şaye’. Guhertina navên taybet, pêwendiya rîtuelê ya bi rabirdûyê re diqetîne û wê bêwate dike.”
Bal dikişîne ser astengiyên li ber rîtuelê
Canerîk her wiha rexne li rojnamegeran dike ku li şûna guhertina navan, divê balê bikşînin ser pirsgirêkên fîzîkî yên li qadên rîtuelê. Canerîk dibêje:
“Qere Çarşeme rîtuelek e ku bi destpêdana avê tê kirin. Divê çîtên (têlên) 4-5 metre bilind ên di navbera qada ziyaretê û Gola Çhetu de hatine kişandin bibûna mijara nûçeyan.”
“Metirsiya guhertina rîtuelan”
Canerîk di dawiya nirxandina xwe de hişyarî dide ku rîtuelên bêyî destdana avê, bi navên guhertî û bi lêzêdekirina rîtuelên nû têne kirin, ne tenê nûçeyek, dibe ku bibin mijara gotarên lêkolînê yên li ser windabûna çandê.










