Bulent Tekin: Ji Zihnîyetê Ber bi Zilmê ve

Nîvîskar

🔴NÛPEL – Dewlet û desthilatdarî hêzeke wisa ye ku bi destê mirovan mîna gogeke berfê ya ku tê vegêrîn (tewandin), her ku diçe mezin dibe û dibe cinawirekî mezin. Dehumanization (ji mirovahiyê derxistin), pêvajoya înkarkirina taybetmendiyên mirovî, rûmet û hestên kesan an koman e; bi mebesta ku wekî “ne mirov” (heywan, makîne, kêzik) werin dîtin. Ev mekanîzmaya psîkolojîk, ji bo rewakirina kiryarên wekî şîdet, cudakarî û jenosîdê –bêyî ku wijdanê mirov biêşe– tê bikaranîn. Dîrokê nîşanî me daye ku desthilatdarên zalim rasterast dest bi komkujiyê nakin. Berê tiştekî din dikin: Dijminê xwe ji mirovahiyê derdixin. Yanî zilm di mêşî (zihnîyet) de dest pê dike.

Navê vê pêvajoyê di psîkolojiya civakî de “dehumanîzasyon” e. Êdî taybetmendiyên mirovî nadin koma hedef. Ew mîkrob in, vîrus in, şaneyên kanserê ne, bedenekî biyanî ne. Mîna ku cerrahek dema şaneya kanserê jê dike wijdanê wî naêşe, desthilatdarî jî vê pêvajoya “paqijiyê” bi rihetiya wijdan dimeşîne.

Wek mînak ji dîroka nêz; bûyerên ku li Ruandayê qewimîn dikarin werin nîşandan. Di jenosîda Ruandayê ya sala 1994’an de, desthilatdariya Hutu, Tutsi wekî “kêzikên malan” (inyenzi) pênase kirin. Radyoyan ev ziman belav kir. Cîranan cîranên xwe, mamosteyan xwendekarên xwe qetil kirin. Ji ber ku êdî li pêşberî xwe mirov nedidîtin, wekî “kêzikekî” didîtin. Zimanê Tutsiyan hat tunehesibandin, paşê hebûna wan, yanî etnîsîteya wan. Pênaseya herî kurt û baş a jenosîdê ev e: Berê kuştina ziman û paşê kuştina mirov…

Girîngiya dîrokê ew e ku em jê ders bigirin. Dîrok fêrî me dike ku; dema desthilatdariyek dest bi zilma li ser hemwelatiyên xwe kir, ew qediya ye, êdî ketiye. Bi awayekî ku nayê dermankirin xerab bûye û careke din baş nabe. Di beramberî dewletê, yanî desthilatdariyê de mirovek (hemwelatî) bi tenê di çi rewşê de ye? Dema mirov hîs dike ku neheqî lê hatiye kirin, bi awayekî xwezayî bêtir xwe diparêze. Ev rewşeke pir mirovî ye. Lê tam di vê xalê de rîskek çêdibe: Li hemberî wî hêzeke mezin heye ku dibe ku wî wekî rêbir, şaqî, diz, cudaxwaz û terorîst bibîne.

Wek mînak, Kurd dikarin werin nîşandan. Heke mirov li dîrokê û heta li dîroka nêz binêre, dikare vê bibîne. Lê nabe ku were jibîrkirin ku hêza desthilatdariyê ne tenê li hemberî etnîsîteyên din, li hemberî pêkhateya xwe ya etnîkî jî hêzeke dijwar e. Zilm û neheqî li kê were kirin bila bibe, ew li dervayî mirovahiyê ye. Pirranî û desthilatdarî ne pîvana yekane ya rastî û heqiyê ye. Zilma ku li mirovekî tenê tê kirin, li hemû mirovahiyê hatiye kirin. Em wiha difikirin.

Ji pergala ku bi dengên pirraniyê tê ser desthilatdariyê re dibêjin “demokrasî”, ne wusa? Li ser vê mijarê divê mirov prensîbeke bingehîn bibêje: Pirranî, her gav ne pîvana heqîqetê an rastiyê ye. Di dîrokê de mînakên vê pir hatin dîtin; mînak Hitler û Mussolini.

Mixabin li ser van axan, armancên desthilatdaran ên ji bo edaletê û birina mirovan ber bi jiyaneke bextewar ve, di asta tunehiyê de ne. Di navbera derew û rastiyê de, ka kîjan heqîqet e, hatiye tarîkirin. Cihê ku qencî û xerabî lê dest pê dike mêşî (zihnîyet) ye. Nabe ku were jibîrkirin; heqîqet tevî her tiştî namire, li ser piyan dimîne. Dema ku pêdiviya derewê her dem bi piştgirî û derewên din hebe, heqîqet di nav wext de teqez derdikeve holê.

Bulent Tekin

 

 

Van jî bibîne

 

Di 35 Rojên Şer de 85 Baregehên Heşdî Şebiyê Hatine Bombekirin
Serokê Şaredariya Bûrsayê hat girtin

Nûçeyên Sereke