🔴Plana Trump li ser wê pêşbîniyê hatibû avakirin ku; di Îraneke ku hêza wê ya leşkerî belav bûye, saziyên wê yên dewletê ji holê rabûne û bêrêber maye de, muxalifên li dijî rejîma Melayan dê bikevin tevgerê. Rêber hatin kuştin, lê belê rejîm neket. Berevajî vê yekê, di hundur de yekîtiyek û bihevve-girêdanek pêk hat.
Her wiha ev plan ji bo lawazkirina rejîma Melayan, ji navbirina qada bandora wan û ji dînamîkên hundurîn ên Îranê derxistina muxalefeteke nû ya guncavî serdemê bû. Bi vê şêwazê dê rejîmeke nû bihata avakirin. Lê belê berevajî plana ku dihat pêşbînîkirin, rejîma Melayan îro li ser piyan e. Tevî van êrîşên mezin û derbeyên giran ên leşkerî û îdarî, rejîm hîn jî însiyatîfê di destê xwe de digire. Nexasim girseyên ku piştgiriya rejîmê dikin, li kolan û qadan konsolide bûne.
Lê belê plansaziya (hêviya) DY û Îsraîlê li ser hilweşandina psîkolojiya girseyê bû; yanî şikandina bandora melayan a li ser bingeha wan a girseyî bû. Dihat hêvîkirin ku ev rewş dê komên etnîkî yên ku bi rejîma Îranê re di nava şer de ne, bixe tevgerê. Her du hêzên ku dihatin payîn, Kurd û Belûc bûn. Ji ber ku ev her du hêz di warê polîtîk û civakî de birêxistinkirî ne û xwedî hêzeke leşkerî ya diyar in. Di nav van hêzan de bêguman ya herî bi hêz PJAK bû. Dihat hêvîkirin ku Kurd li herêma Kurdistana Îranê serî hildin.
Lê belê nexasim piştî bûyerên li Sûriyê, rastiyek hebû ku Kurd pê bawer bûn: Hemû ezmûn û tecrubeyên dîrokî nîşan didin ku, Kurd dewletê jî ava bikin, herêmên xweser jî ragihînin, gava berjewendî û hewcedariyên hêzên navneteweyî diguherin, polîtîkayên wan ên li hemberî Kurdan jî diguherin û bi lez polîtîkayên tasfiyeyê dikevin dewrê. Jixwe encamên polîtîkaya ku li Sûriyê li ser Kurdan hat meşandin hatin dîtin û bandora wê berdewam dike. Ji ber vê yekê Kurd di her gava xwe de pir stratejîk û baldar bûn. Polîtîka û daxwaza Kurdan a diyarkirina qedera xwe – yanî xwerêveberiya wan – li gorî dînamîkên wan ên civakî yên hundurîn teşe girt, ne li gorî ferzkirina hêzên derve. Hat fêmkirin ku têgihiştineke wekî “Kurd ji bo berjewendiyên hêzên navneteweyî tên bikaranîn” dê li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê bandoreke pir neyînî çêbike.
Ez difikirim ku konjonktura polîtîk a îro bi zelalî nîşan dide ku; ne cudabûna ji Îranê, lê divê Îraneke nû ku li ser bingeha herêmên xweser ên Kurd, Belûc û komên din ên etnîkî dihewîne, bê avakirin.









