Bizot: Bi hejmara xwe ya duyemîn derket

Kovara çand, huner û wêjeyê “Bizot” bi hejmara xwe ya duyemîn (Bihar 2026) derket pêşberî xwîneran.

Kovara Bizot, ku wekî platformeke nû ya çandî hunerî û wêjeyî hatibû damezirandin, di adara 2026an de hejmara xwe ya duyemîn gihand ber destên hezkiriyên kurdî. Kovar ji sê mehan carekê serê her demsalê dertê û di her hejmarê de dibe warê nivîsên wêjeyî, hunerî û rexneyî.

Dosyeya Duyemîn: Hunermend Mehmet Atli

Di hejmara duyemîn a Bizotê de dosye li ser hunermendê navdar Mehmet Atli hatiye amadekirin. Di kovarê de hevpeyvîneke berfireh bi Mehmet Atli re cî digire û her wiha gelek nivîskarên din li ser berhem û hunermendiya wî nivîsên hem bi kurmancî hem jî bi kirdkî amade kirine. Bergê kovarê jî bi wêneyê Mehmet Atlı û sernavê “Bi salan e ez deng ê xwe dişopînim” balê dikişîne. Her wiha di bergê hundirîn de helbestvanê rehmetî Ehmed Huseynî û nivîskarê rehmetî M.Emin Bozarslan jî hatine bibîranîn. 

Kurmancî û Kirdkî Bi Hev Re

Taybetmendiyeke giring a Bizotê ew e ku kovar cî dide her du zaravayên kurdî (kurmancî û kirdkî). Di kovarê de:
Helbest û Çîrok
Hevpeyvîn û Lêkolîn
Nivîsên Rexneyî û Teorîk
bi her du zaravayan cî digirin, ev yek dewlemendiya kovarê nîşan dide.

Armanc: Geşkirina Ziman û Wêjeyê
Edîtorên kovarê diyar dikin ku armanca wan a sereke “geşkirina ziman” û afirandina platformeke azad e ji bo nivîskar û xwîneran. Di sernivîsa “Ji Edîtor” de tê gotin: ” Weşana kovaran ji bo dewlemendkirina zimanan hêzeke mezin e, em jî bi vê hişyariyê nêzikî derxistina Bizotê dibin.”

Bizot li Kuderê Derdikeve?
Xwînerên ku dixwazin kovarê bi dest bixin, dikarin li gelek pirtûkfiroşan kovarê peyda bikin. Her wiha ji bo siparîşên online jî ev navnîşan heye:

  • Malper: polakitap.com
    Instagram: @kovara.bizot
    E-mail: kovara.bizot@gmail.com

Agahiyên Teknîkî:
Nav: Bizot (Kovara Çand, Wêje û Hunerê)
Hejmar: 2 (Bihar 2026)

  • ISSN: 3108-6985
  • Weşan: Pola Kitap

Ji bo agahiyên zêdetir:
Hûn dikarin bi rêya e-mailê yan jî hesabên medyaya civakî bi Kovara Bizotê re têkiliyê deynin.

Van jî bibîne

 

Di Navbera Spor û Nasnameyê de Xeteriya Pişaftina Çandî
Di Muzîka Kurdî de Krîza Nûjeniyê: Di Navbera Resenî û Teqlîdê De

Nûçeyên Sereke