🔴AMED (Nûpel) – Dema behsa Şerê Cîhanê yê Yekem û Seferberiyê tê kirin, dîroka fermî rola kurdan vedişêre. Lê belê mînaka gundê Husênikê yê Licê, nîşan dide ku kurdan ne tenê di eniyan de şer kirine, daxwaza wan a azadiyê ya piştî şer bi înfaz û sêdaran hatiye bersivandin.
Di dîroka Komara Tirkiyeyê de rola kurdan a di Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) de, bi taybetî di eniyên Çanakkale û Rûsyayê (Herba Ûriz) de, bi sîstematîk tê paşguhkirin. Lê belê bîra civakî ya li gundên Kurdistanê rastiyeke din derdixe holê. Yek ji van mînakan jî gundê Husênikê û mezreya Goma Xicîkan a navçeya Licê ye.
Ji Gundekî 12 Malî 16 Mêr Çûn Eniyê
Li gorî lêkolîn û şahidiyan, di dema Seferberiyê de ji gundekî biçûk ê wekî Husênikê ku tenê 12 mal bû, 16 mêrên ciwan hatine birin. Ev rêje nîşan dide ku polîtîkayeke “mêrên ku dikarin sîlehê bigirin hemû birin” hatiye meşandin.
Encamên şer ji bo gund gelekî giran bûn:
• Ji 16 kesên çûne şer, tenê 4 kes bi saxî vegeriyan.
• Rêjeya windahiyan %75 bû.
• Li gund “komeke jinebiyan” ma û pergala civakî serûbin bû.
Çîroka Zelo: Sembola Jinên Kurd ên Seferberiyê
Yek ji mînakên herî bi êş a vê pêvajoyê çîroka jina bi navê Zelo ye. Zelo dibe qurbana du şeran; mêrê wê yê yekem li Kamûşanê, di herba Ûriz de, mêrê wê yê duyem jî di eniya Çanakkaleyê de winda dibe. Ev mînak nîşan dide ku şer ne tenê li eniyê, di dilê gundên Kurdistanê de jî malik wêran kirine.
Ji Lehengiya Çanakkaleyê Ber bi Înfaza Serdê
Di nava agahiyan de serpêhatiya Elîyê Mihemedê Resûl, balê dikişîne ser nakokiya dîrokî ya kurd û dewletê. Elî di eniya Çanakkaleyê de bi lehengî şer dike û bi saxî vedigere gundê xwe.
Lê belê piştî avakirina Komarê û înkarkirina mafên kurdan, ev lehengê Çanakkaleyê di Serhildana Şêx Saîd (1925) de cihê xwe digire. Li gorî şahidiya qîza wî Emîne (Emika Elî), Elî li ser îxbara hin kesan tê girtin û li devera gundê Serdêr (gundekî Hênê ye) tê înfazkirin û cenazeyê wî davêjin şikeftekê.
Li gundê Husênikê, çîroka malbata Hecî Keya û gundiyên din, nakokiya di navbera dilsoziya kurdan û nêzîkatiya dewletê ya wê demê radixe ber çavan. Kesên ku ji eniyên Çanakkale û Rûsyayê (Herba Ûriz) bi saxî vegeriyan, di sala 1925’an de dibin hedefa operasyonên leşkerî.
Bîlançoya Şer a Gundê Husênikê
Ev daneyên dîrokî nîşan didin ku Kurdan di şerên navneteweyî de berdêlên mezin dane, lê di pêvajoya avakirina Komarê de bi taybetî di salên 1925’an de, ev ked hatiye ji bîr kirin. Malbatên ji Husênikê diyar dikin ku ev agahî ne tenê lîsteyek e, lê belê nîşaneya trajediya gelek malbatên kurd e ku di navbera du şeran de (şerê cîhanê û serhildanên kurd) heliyane.
Ev bîranîn îro wekî mîraseke dîrokî têne parastin da ku rola kurdan a di parastina vê axê de û êşên ku piştî şer kişandine, neyên jibîrkirin.
Di dîroka gundê Husênikê de rûpeleke girîng û bi êş, bîranîna kesên ku ji bo seferberiyê derketine rê ye. Li gorî agahiyên hatine berhevkirin, navên şervan û kesên ji malbatên cuda yên gund ku di wê demê de beşdarî seferiyê bûne wiha ne:
Malbata Heciyan (Üçdağ/Korkut)
Ji malbata Heciyan, sê bira bi hev re derketine rê:
• Eliyê Hecî Keya
• Seîdê Hecî Keya
• Hesê Medikê/Hecî Keya
Malbata Zilfiyan (Macar)
• Eliyê Zilfîqar (Ku wekî Elî Çawîş dihate naskirin)
• Mihemed Eliyê Zilfîqar
Malbata Mûroyan (Lezgîn)
Ji vê malbatê hejmareke zêde ya ciwanan beşdarî seferiyê bûne:
• Pîresinê Emîn
• Mistefayê Hesen
• Emînê Hesen (Gule)
• Husênê Hesen
Gundiyên Din û Malbatên Cuda
Navên din ên ku ji Hisênikê çûne û di bîra gundiyan de mane:
• Mihemed Tahir (Han)
• Husênê Hesen (Hazar)
• Hesenê Mistefa (Hazar)
• Evdilayê Şerîf (Gulan/Kazma)
• Mihemedê Şerîf (Gulan/Lalaşahin)
• Mihemedê Mistefa (Tabû)
Li gorî lêkolîna li ser gundê Husênikê, aqûbeta hin şervan û gundiyan wiha ye:
• Tahirê Hecî Keya: Di eniya Çanakkaleyê de şer kir. Piştî ku bi saxî vegeriya gundê xwe, di sala 1925’sn de ji aliyê hêzên dewletê ve hat girtin û hat înfazkirin.
• Eliyê Hecî Keya: Wek birayê xwe di eniya Çanakkaleyê de cih girt. Ew jî mîna birayê xwe piştî vegera gund, di sala 1925’an de hat înfazkirin.
• Hesê Medikê: Di eniya Rûsyayê (Ûriz) de beşdarî şer bû. Hat ragihandin ku ew di nava sermayê de qefiliye û şehîd ketiye.
• Saîd Keya: Her çend di lîsteya eniyan de navê wî ne diyar be jî, di sala 1925’an de bi îşkenceyên giran jiyana xwe ji dest daye.
• Mihemedê Şerîf: Ew jî yek ji qurbaniyên wê serdemê ye ku li Niqeba Cûmê hatiye înfazkirin.
• Mihemed Eliyê Zilfîqar: Di sala 1925’an de bi boneya piştgiriyê daye serhildana Şêx Seîd li herêma navbera gundên Hezan û Nenyas hatiye înfazkirin.
Nîşe: Ev lîste wekî belgeyeke zindî ya dîroka gund tê hesibandin û navên malbatan (paşnavên nûjen) jî di nav parantezê de hatine nîşandan da ku nifşên nû wan çêtir nas bikin.









