Beştaş li Sakaryayê: ‘Divê Kurdî bibe zimana jiyanê’

Nûçe

NÛPEL – Di civîna bi sernavê “Di pêvajoya aştiyê de qonaxa nû” ku li Sakaryayê hat lidarxistin de, Meral Daniş Beştaş bal kişand ser astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û destnîşan kir ku divê Kurdî di perwerde û xizmetên giştî de bibe zimana bingehîn.

Rêxistina Partiya wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Sakaryayê, bi navê “Buluşmaya Civaka Demokratîk û Aştiyê” bernameyek li dar xist. Civîn li Navenda Çandê ya Arifiyeyê bi beşdariya nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka û saziyên civakî hat lidarxistin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Endama Komîsyona Meclisê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş wekî axivêr beşdarî bernameyê bû. Beştaş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî di pêvajoya aştiyê de û wiha got:

‘Kurdî divê bibe zimana perwerde û pêşerojê’

Beştaş destnîşan kir ku Kurdî ji bo jiyanê mijareke sereke ye û got: “Divê Kurdî bibe zimana perwerdehiyê, bibe zimana jiyanê û pêşerojê. Divê hevalên me jî zimanê me hîn bibin. Me bi ziman dest bi axaftina xwe kir, ji ber ku yek ji qadên herî berbiçav ên cudakariyê ziman e. Di welatê ku em lê dijîn de bi mîlyonan Kurd hîna jî nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin.”

Bang li desthilatdariyê kir: Gavên berbiçav biavêjin

Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên dayikan ku li nexweşxaneyan dertên xwe bi wergêran ji doktoran re dibêjin û wiha dawî li gotinên xwe anî:

“Di Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê de, divê em şîara ‘ji zimanan re azadî’ tu carî ji bîr nekin. Divê em têkoşîna xwe ya di vê mijarê de bilind bikin. Ji bo pêvajoyê, pêdivî bi gavên berbiçav ên desthilatdariyê heye.”

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Mehmed Emîn Bozarslan li Amedê hat bibîranîn
Trump: Me bi Rêya Kurdan ji Xwenîşanderên Îranê re Çek Şandin

Nûçeyên Sereke