Bernameya Merasîma Ehmed Huseynî Hat Diyar Kirin”

🔴AMED (Nûpel) – Xatirxwestina Dawî ji Kedkarê Ziman û Edebiyata Kurdî: Bernameya Oxirkirina Ehmed Huseynî Hat Diyar Kirin

Nivîskar û helbestvanê navdar ê kurd Ehmed Huseynî, ku di 10ê meha Adar de li bajarê Stockholma Swêdê koça dawî kiribû, bi merasîmeke li gora nav û dengê wî ber bi axa bav û kalan ve tê oxirkirin. Malbat û hezkiriyên wî bernameya merasîma oxirkirinê û veguhestina cenazeyê wî ji bo Rojavayê Kurdistanê parve kirin.

Li gorî daxuyaniyê, bernameya merasîmê wiha ye:

Pêşwazîkirin û Merasîma li Amedê

Cenazeyê helbestvanê nemir dê roja pênşemê saet di 00:00ê şevê de bigihîje bajarê Amedê. Piştî pêşwazîkirinê, roja înê saet di 11:00an de li Navenda Çand û Hunerê ya ÇandAmedê merasîmeke taybet a xatirxwestinê ji bo bîranîna wî û keda wî ya di edebiyata kurdî de bê lidarxistin.

Rêwîtiya Ber bi Rojava ve

Piştî merasîmên li Amedê, cenazeyê Ehmed Huseynî roja şemiyê serê sibê dê ji deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe da ku li axa ku lê ji dayik bûye, were veşartin.

 

 

Van jî bibîne

 

Ked, Huner û Newroz: Bîranînên Min ên Çewlîgê
Sembola Berxwedan û Xwezayê: Dara Bîşengê û Çîroka Bîşeng Anik

Nûçeyên Sereke